Kultur

Li Hewlêr sê mehên pêş de 18 festîval têne encamdan

Li Parêzgeha Hewlêrê bi mebesta nasandina Hewlêrê bi cîhanê, bi awayeke fermî malpereke taybet bi geştuguzariyê(Turizm) li Hewlêrê hate vekirin û li vê demsala yekema çalakiyên parêzgeha Hewlêrê jî ku hilgirê nasnavê paytexta geştiyariya welatên Erebiye, 18 çalakî û festîvalan encam didin.‎

Newzad Hadî Parêzgerê Hewlêr tekez kir ku li gel destpêka îsal û hebûna Hewlêr bi paytexta geştiyariya welatên Erebî ya 2014 bo wan baş bûye ku malpereke taybet bi nasandina Hewlêr û rênimayîkirina geştiyaran bikin.

Çalakiyên îsal ya Hewlêra Paytexta Herêma Kurdistanê ji çar demsalan pêkhatiye û bernameyên çalakiyên Hewlêr ya demsala yekem wekî paytexta geştiyarî ji van bernameyan pêkhatiye

1- Şeva 31/12/2013 ahenga serê salê li parka Şaneder.

2- 07/01/2014 vekirina malpera (Hewlêr paytexta geştiyarî) bi awayeke fermî li nivîsîngeha desteya serpereştiyariya li parêzgeha Hewlêrê.

3- 12-18/1/2014 festîvala mewlûda pêxember Mihemed (SXL) li mizgefta Celîl Xeyat.

4- 15-16/2/2014 nişandana Orkestraya Kurdistan, Iraq û Opera her wiha qelxana paytexta geştiyarî tê pêşkêş kirin li birêveberiya giştî ya geştuguzarî.

5- 16-19/1/2014 festîvala zarokan.

6- 31/1-1/2/2014 festîvala Xilîskên ser befir.

7- 19-21/2/2014 Workshopa medya geştiyarî.

8- 2-4/2/2014 plana stratejî.

9- 21-22/2/2014 Hevdîtina Kurdî-Erebî ya kompanyayên geştuguzar û otel û xwaringehan.

10- 22-23/2/2014 Nîşandana Orkestra û Bale.

11- 26/2-1/3/2014 Nîşandana Navdewletî ya Gul û amêrên sarkirin û germkirinê.

12- 5-26/2/2014 Hevdîtina Kurdî –Erebî ya rojnamevanî û ragihandinê.

13- 3-5/3/2014 Workshopa geştiyarî elektronî.

14- 5-6/3/2014 Şampiyonaya Navdewletiya bilindkirina giraniyê.

15- 6-9/3/2014 Pêşangeha Navdewletiya otombêl (oto show).

16- 11-20/3/ 2014 festîvala Adar û newroz û xwehildana bi pereşût.

17- 13-16/3/2014 pêşangeha navdewletiya şûşewat.

18- 23/3/2014 festîvala huner û kultûrî ya neteweyî ya Kurdistanî.

 

 

Balkêş e ?
Close
Back to top button