Nivîsar

Fermîbûna PDK-T ê rê li ber xebata ne yasayî digre

 

Heke PDK-T û partiyên siyasî yên bi navê Kurdistan ji saziyên Turkiyeyê destûra xebatê wergirin û rêz li xebata wan were girtin, tûşî astengî û aloziyan nebin, êdî pêwîstî bi hebûna rêxistinên kurd ku li gor qanûna Turkiyeyê ne yasayî ne yên ”Îlegal” namîne.

Damezirênerên PDK-T yê ji bo fermîkirinê, ji Ankarayê destûr xwestine. Ankara destûrê dide yan nade, dê zeman diyar bike. Lê diyar e ku kurdên Bakurd bi vê helwestê di warê bîr û raya siyasiya de gihane qonqxeke nû û ji niha ve serkeftî ne.

Di dema borî de kurdên Bakurê Kurdistanê bi dehan partî û rêxistinên xwe yên siyasî damezirandin lê ji ber qedexetiya li ser navê kurd û Kurdistanê û hwd. tu pêwîstî nedîtin ku ji saziyên Turkiyeyê daxwaza destûra xebatê bikin. Lê niha dem û merc hatine guhertin; kurd ne kurdên berê ne û Turkiye jî ne ya berê ye. Hem kurd û hem jî Turkiye di bin bandora siyasî ye cîhanî û herêmî de mane.

Gelo Ankara dê destûra xebatê bide PDK-T yê yan na? Digel texmînên erênî, dê zeman bersiva vê pirsê bide.

Navê kurd û Kurdistan rayedarên Turkiyeyê ditirsîne. Lê li Turkiyeyê partiyên siyasî bi navê ”Turkiye” hatine damezirandin û niha jî bi heman navê partiyên siyasî hene.

Gelo ev pêvajoya demokrasîkirina Turkiyeyê dê partiyeke bi navê Kurdistan ragir yan na? Biryara saziyên fermî di vê derbarê de, dê Turkiyeyê gavekî din jî nêzî Yekîtiya Ewrûpayê bike yan jî deh gavan jê dûr bike?

 Heke Ankara rêz li xebata aştiyane û siyasî bigre,  PDK-T yê  wek partiyeke yasayî qebûl bike, serokê giştî M. Emîn Kardaş pêwîstî nabîne ku doza partiya xwe bibe mahkema Burukselê û bike pirseka hiqûqa navnetewî.

Şefîk Kaya

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Back to top button