The Guardian: HSD çekdarên DAIŞê bi pereyan berdide

Rojnameya The Gaurdian di derbarê girtiyên DAÎŞê li girtigeha HSDş de nûçeyek belavkir.

Rojnameya The Gaurdian li ser zimanê du kesan belav kiriye ku ew berê çekdarên DAIŞê bûn û li cem HSDê girtî bûn û li hember heşt hezar Dolarên Amerîkî hatine berdan.

Ew her du kes dibêjin, ew di çarçoveya lihevhatinan de hatine berdan, bi mercê ku nabe ew tevlî ti rêxistineke din bibin û divê ji herêmên HSDê derkevin.

Ev kesên zanyarî dane rojnameya Guardian, Sûrî ne û li Tirkiyê dimînin, berê ew çekdarên DAIŞê bûn û şer jî kirine. Malbatên wan jî di çarçoveya lihevhatinan de ji kampa Holê hatine derxistin.

Ew her du dibêjin, ew hejmara kesên bi vê riyê ji cem HSDê hatine berdan, nizanin çend e, lê ew bi xwe 10 kesan nas dikin ku bi vî awayî hatine berdan.

Yek ji wan kesan, bi navê Ebû Cafer e, ji malbateke dewlemend a Reqayê ye, di nava DAIŞê de efserê ewlehiyê bû, sala 2019an li Baxozê ji aliyê HSDê ve hatibû girtin û 2 salan di zîndanê de mabû.

Ebû Cafer dibêje, wî 8 hezar Dolar wek bac û 22 hezar Dolar wek bertîl dane berpirsên HSDê, heta ku hatiye berdan.

Kesekî din ê bi navê Ebû Mihemed ku xelkê Dêrezorê ye, serperiştyarê yekîneyeke DAIŞê bûye di şerê dijî HSDê de, di sala 2014an de beşdarî şerê Kobaniyê bûye, ew jî di şerê Baxozê de ketiye destê şervanên HSDê.

Ji bo azadkirina Ebû Mihemed jî 8 hezar Dolar jê hatiye wergirtin û 14 hezarên din jî weke bertîl dane.

Li gor amaran, 10 hezar çekdarên DAIŞê li zindanên HSDê ne, ji wan 8 hezar kes Sûrî û Iraqî, 2 hezar çekdarên din jî biyanî ne.

Berdevkê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ev îdia red kiriye û dibêje: “Tiştekî wisa tune ye.”

Nerîna min :