Li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya balyozê nû yê Komara Çek ya li Îraqê Peter Stepanic kir.
Di civînê de giftûgo derbarê têkiliyên dîrokî yên di navbera gelê Kurd û gelê Çek de hate kirin û tekez li ser berfiretir û bihêztir kirina têkiliyên han bi taybetî di warê akademîkî, çandî û abûrî de hate kirin.
Di berdewamiya civînê de behsa rewşa Îraqê ya piştî hilbijartinan hate kirin û her du alî hêvî xwestin ku encamên hilbijartinan bibe sedema guhertinên baş li Îraqê de û dabîn kirina aramiyê û cîhbicîh kirina xwestek û daxwazên xelkê.
Di dawiya civînê de Serok Barzanî hêviya serkeftinê bo balyozê nû yê Komara Çek xwest.