Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya balyozê Holendayê yê li Îraqê Michel Rentenaar kir.
Di civînê de giftûgo derbarê rewşa siyasî û ewlekarî ya Îraqê, encamên hilbijartinên Îraqê û nîqaş û nakokiyên ku li ser encamên hilbijartinan hene û bihêztir û berfiretir kirina têkiliyên navbera Kurdistan û Holendayê hate kirin.
Herwiha nîqaş li ser rola hêzên Holendî yên ku di çarçoveya hevpeymaniya cîhanî ya dijî DIŞIê li Îraqê dene û rola wan hêzan di reformên navbera hêzên pêşmerge de hate kirin.
Her du alî li ser çareser kirina kêşeyên taybet bi encamên hilbjartinan, bi rêbaz û rêkarên qanûnî hemfikir bûn û tekez li ser vê yekê kirin ku lazime piştî pejrandina encamên hilbijartinan danûstandin bo ava kirina hikûmetê destpê bike.
Her di heman civînê de tekez li ser pêşde birina têkiliyên navbera Kurdistan û Holendayê bi taybetî di warê çandiniyê de hate kirin û Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî spasiya hevkarî û piştîvaniyên Holendayê yên bo herêma Kurdistanê û Îraqê kir û rola aliyên têkildar yên Holendî bo hevkarî kirinê bilind nirxand.