Nivîsar

Teza doktorayê ya Zankoya Bîngolê bi kurdî

Bi kurt û kurmancî ji layekî ve Îslama serdest û ji layekî din ve îdeolojiya kemalîzmê kurdên sunî gêj û sergerdan kirine. Anî kêşe ewe ku ola bindest û serdesta yek e, ya herduyan jî Îslam e.

Celalettîn Kartal

Bêguman berhemên zanistî bi kurdî kêm in. Lê tê zanîn ku di hinek zankoyan weke ya Mêrdînê, Wanê û Bîngolê de di bin navê “zimanên jîndar” de ev çend sal in hinek karûbar têkirin. Têkirin, lê sed car heyf, ne di asteke bala (bilind) an pêwist de ye. Lê herçend ciyê daxê be jî, karûbarê geşbûna ziman û zanistiyê tenê dikare di civak û dewletên azad de bê meşand in. Lê gel vê rastiyê jî hebûna xwendina edebiyata zimanê kurdî ji tunebûnê wê çêtir e.

Ev karûbarên zanistî ku di zanîngehên tirk de tê meşand in, zor lawaz in, lê dikarin di demajoyê de bibin bingeh û ciyê hêviyê. Lê ji aliyê din ve divê bê zanîn ku ev xebata bi zimanê kurdî di zankoyên Tirkiyê de karekî dualî ye. Ev zanko weke hemû zankoyên din li gor yasayên dewletê tên birêvebirin. Her wiha karûbarê xwendin û “geşkirina” zimanê kurdî jî di bin ban û siya zimanê fermî, tirkî, de têkêrin. Zimanê tê bi karanîn, zimanê bala, zal û serdest tenê yê tirkî ye.

Ev yek şanî me dide ku geşbûna zimanê kurdî li Tirkiya îroyîn weke vêxistina momeke piçûk û piçkole ye di nava tariyê de! Loma jî netewê ne azad weke pezê bê şivan û bê xwedî ye; “xelîser” e, hevsarê wî di destê dijberê wî de ye.

Lê weke hate gotin ev kar di bin guman û mercên qurs de bi şêweyekî lawaz têkirin. Bo zimanê kurdî bi berfirehî geş bibe, divê qutabiyên van zankoyan bi vîn û misyon bin. Xwendevanên wan divê heta asteke baş kurmancî-, kirmanckî- û soranîzan bin, bo dikaribin di demajoyê de zarvayên kurdî yên piçekî nêzî hev bikin. Ango ev karûbar li Tirkiya îroyîn weke xewnekê ye!

Hikmettin Atli (A), derçuyê zankoyên Dicle û Mêrdînê, beşa ziman, doktornama xwe di Zankoya Bîngolê de di bin navê di vegotinên gelêrî de guherînên di navbera civakên etno-dînî de li ser nîmûneya kurdên elewî û kurdên êzîdî amade kiriye.

Teza wî tevî jêderan 240 rûpel e û pêvek jî tevî çîrokên heremî û hevpeyvînan qasî 130 rûpel e. Di pêveka doktornamê (doktorayê) de çîrokên herêmî (biner r. 245-321) û hevpeyvîn (r. 321-358) hatine tomarkirin. Lêkoler çirok li gorî kurdên elewî nivîsî ne û hevpeyvîn jî li gorî çend pisporên êzidî ku piraniya wan ji başûr in.

Atli jî weke gelek lêkolerên biyanî dibêje, ku berhemên folklorî weke çîrok û destan di demajoyê tên guhartin an ji nûve tên şirovekirin. Îdîa (bîroke) ya guhertina berhemên devkî an folklorî di demajoyê de ne nûye û ne jî tişekî nehênî ye, lê rastiyeke xwezayî ye.

Di bin vê ronahiyê de lêkoler di karname ya doktora xwe de şanî me dide ku “berhemên folklorî, …di gelek astan de tûşî guherînan dibin” û balê dikşîne ser du kêmarên (kêmineyên) sereke yên navmala kurd, elewî û êzîdî. Dibêje, hem elewî û hem êzîdî berhemên folklorî di çarçoveya nasnameya xwe de şîrove dikin an jî diguherîn in”. Ol û bawerî “di avabûna nasnameya wan de” girîngtirîn hokar e (r. VII). Di guherînên herdu civakên etno-olî de diyardeyên mîna erdnîgarî, çand, ziman û ayîn gelekî karîgerin. Elewî û êzîdî, herçend bala wan zêde li ser civak û ayîna wan be jî, di rojên oxirmê giran de xwe kurd dibîn in û li gel kurd û pê re mil bi mil li hember dijber cî digrin.

Wekî din balê dikşîne ser rastiyeke mejû (dîrokî), dibêje ku li gorî jêderên dîrokî êzîdî di rabirdû (dema berê) de li seranserê Kurdistanê berbelav dijiyan (r. 50). Di ciyekî din de behsa lêkoler û pisporên êzîdiyan dike, û dibêje, li gorî wan, êzîdiyan, “ji bo ku xwe ji êrîşên derdorê biparêzin, navê xwe guhartine…” (r. 138).

Dîsan li gorî A di nava kurdan de, yek ji kêmarên girîng ku xwedî metirsiyeke gewere/mezin ne; êzîdî ne. Hejmara êzîdiyan ji ber ku di nava civaka kurd de bi awakî belavbûyî dijiyan hem ji ber êrîşên kurd, ereb û tirkan hem jî ji ber guhertinên olî, kêmtir bûne (r. 122). Di ciyekî din de behsa dewlemendiya folklora êzîdiyan dike û dûbare dike, ku êzîdî hertim mora xwe li destan û çîrokên civaka xwe dixin, û heman tişt ji bo elewîyan jî rast e.

Lê bo min serincrakêştir bîroka wî ewe ku ew destana Dewrêşê Evdî weke serpêhatiyeke netewî dibîne. Hima di vir de divê bê gotin, ku ez nikarim di vê kurterexneyê de behsa hemû tezên lêkoler bikim, lê bi ya min hinek bîrokên A, herçend serincrakêş bin jî, lawaz in an bê bawerî ne.

HINEK BÎROKÊN (TEZÊN) LÊKOLER Û REXNE

A tomar dike ku herçend hinek lêkolerên êzîdî wan li derveyê Îslamê bibînin jî, tu jêderek (çavkanî) tune ku di heyamekê de, piraniya kurdan li ser baweriya Êzîdiyatî yê bûn (r. 54). Loma li gorî wî bê bawerî ye ku Êzîdiyatî beriya ayîna Îslam jî hebû (r. 53). Lêkoler bi vê yekê bi awayekî nerasterast siyaseta serdema Osmaniyan bi taybetî ya Evdilhemîdê IIan li hemberî êzîdiyan piştrast dike ku digot, wekî ew berê misilman bûn, nexwe divê dîsan bên ser tekane ola rast, ayîna Îslam.

Bi ya min ev îdîa ya lêkoler hem nêrîneke çewt û hem bi guman e. Bîr û boçûna bi aqilane heta roja me di barê êzîdiyan de ewe, ku êzîdî weke mîtraîst an rojperest hêj beriya Îslam jî hebûn. Lê ne dûrî rastiyê ye, heger bi zanîn an bê zanîn, ku hinek qewilbêj û takekesên êzîdî berhemên xwe yên folklorî û ayînî di demajoyê de li gorî çerxê diguherin. Heke pisporên kurdîzan, ayîn- û êzîdînas Îslam û Êzîdatiyê berhev bikin (berewardkirin, soranî) bi hêsanî dibîn in ku ev ol di bingehên xwe de ne yek in û ne jî demekê yekbûn an ji hev cûda bûn e.

Jixwe weke tê zanîn gelek hemanên girîng weke rêzgirtina ji ba, ax, av, ezman re, her wiha baweriya roj û hîvê û kirasguhertin jî di nav de nîşanên ne yekbûna Îslam û Êzîdiyatiyê ne. Mînak, Tawisî Melek, anî girîngtirîn û kevintirîn figurê ayîna êzîdiyan, weke remza rojê tê nasîn. Xwedayê êzîdiya, yezdanê gewre, kurd e; kurdîzan e. Herçend di nava êzîdiyan û misilmanan de hinek nav û têgihên erebî yek bin jî bi piranî misyon û erkên wan gelekî ji hev cuda ne an berovajî ne. Bo min weke lêkolerekî êzîdînas gelekî xerîb e ku mirov êzîdiyan weke misilmanan bibîne. Lê rast e, ev herdu ayîn jî li naverast, anî rojhilata navîn afirîn e, lê ew weke roj û hîv ji hev dûr in. Yek di cewherê xwe de aştîperest û ya din şerker e, parêzerê cîhadê ye.

Lê divê bê dûbarekirin herçend di nava doktoaya birêz Atli de mirov gelek car rastî gotin û beje yên tirkî û erebî dibê jî, ev vêkolineke hêjayî xwendinê ye. Wekî din lêkoler bo “kemîna” têgiha “kêmar” bikartîne. Jixwe yek ji berpirsiyariyên lêkoler ewe, ku ew çavkaniyên xwe li gor babeta vekolînê û bi zanîn hilbijêr e. Mînak, Zekî Beg, ne pisporê civak an ayîna êzîdiya ye. Heman tişt ji bo Van Bruinessen jî rast e ku weke kurdnasekî navdar tê zanîn. Her wiha balkêşe ku jêder, anî çavkanî, têra gelek bîrokan nakin û jixwe di van salên dawî de gelek lêkolerên girîng di barê ayîna êzîdiyan de hatine weşandin. Mînak, min gelek jêderên naskirî di teza doktoraya lêkoler de nedît in (biner r. 233-240).

PÊŞMERCÊ DAWÎKIRINA DOKTORAYÊ

Lêkoler destnîşan dike ku xwerûbûna nasnameyî ya elewî û êzîdiyan ji gelek aliyan ve şayanî vekolînê ye (r. 35). Lê mixabin ez nizanim ma lêkoler bi vê berhema xwe çi valeyî dagirtiye (?), wekî tê zanîn ku bo dawîkirina teza doktorayê dagirtina valeyekê pêşmerc e. Renge (dibe) ku girîngtir bîroka wî ev be, ku dibêje, êzîdî û elewî di rojên giran de xwe weke beşekî netewê kurd dibînin. Wekî din di barê destana Dewrêşê Evdî de jî dihat zanîn ku ew serpêhatiyeke netewî ye (millî ye), mijara wê ne tenê evîna Edulê û Dewrêş e. Lê ev jî nirxandineke post modern e. Şerê nava eşîrên ereb û kurdan hêj di nava sedsalên 17an û 18an de rûdaye, anî beriya destpêka demajoya bîrdoziya nasyonalizmê.

Bi giştî mirov dikare bibêje ku lêkoler bi piraniya tez û jêderên xwe zêdetir dispêre lêkolerên biyanî weke Ezady, Kreyenbroek, Allison. Gelo girîngtirîn bîroka lêkoler ne ewe ku dibêje, misilman xwe di dîrokê de hertim misilman, anî weke beşekî Umeta Mihemed dîtine, her wiha ji xwe re qet ne gotine, ku ew kurd in, lê êzidiyan û elewiyan ev yek vekirî û zelal gotine. Ev jî piştrast dike ku êzîdî û elewî tekstên xwe li gorî çerxê û pêwistiya diguhêr in.

Bi kurt û kurmancî ji layekî ve Îslama serdest û ji layekî din ve îdeolojiya kemalîzmê kurdên sunî gêj û sergerdan kirine. Anî kêşe ewe ku ola bindest û serdesta yek e, ya herduyan jî Îslam e. Lê hem Êzîdiyatî û hem Elewîtî sermaye ya kurdewarî ne. Destên birêz Atli sax bin, lê ez hêvî dikim ku kurdiya xwe pak bike.

Duvar

Back to top button