Nivîsar

Zarok, koç û asîmîlasyon

Di du erdhejên cuda de 10-11 bajarên Bakurê Kurdistanê hilweşiyan. Di van erdhejan de bi deh hezaran kes jiyana xwe ji dest dan û bi sed hezaran kes jî birîndar bûn. Ji erdhejê de herî zêde jin û zarok mexdûr bûn. Dema ku bi hezaran zarok ji bin xirbeyan hatin derxistin, Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî diyar kir ku hezar û 900 zarokên bêkes yên ku ji bin xirbeyan hatine derxistin, hatine tomarkirin. Wezaretê da zanîn ku hezar û 453 zarok radestî malbatên wan kirine, 108 zarok hatine binçavkirin û li nexweşxaneyan jî pêvajoya dermankirina 339 zarokan ji nêz ve tê şopandin. Wezaretê her wiha diyar kir ku nasnameya hezar û 817 zarokan diyar bûye û 83 zarokên ku heta niha nasnameya wan nehatiye zanîn hene.

Ji aliyê din, tê ragihandin ku aqûbeta 552 zarokan ne diyar e û kes nizane li ku ne. Berî niha eşkere bûbû ku zarokên erdhejê li weqif û cemaetên olî hatine belavkirin û destên wan ji dayikên wan qut kirine. Îhtîmalek mezin heye ku ev 552 zarokên mexdûr yên Kurd jî bi awayekî dizî li weqif û cemaetên olî hatibin belavkirin. Ji aliyê din tê zanîn ku ev weqifên cemaetan bûne hêlîna zinê û destdirêjîya zarokan û gelek delîlên wan di medyayê de eşkere jî bûn. Bi vî awayî mafê zarokan yê starbûn, jiyan û danûstandinê tê desteserkirin, hem ji xwedî û civaka xwe û hem jî ji kesayetî û nasnameya xwe tên dûrxistin.

Ji aliyê din, xuyaye ev erdheja malkambax ji dewlet û dezgehên dewletê re bûye fersenda koçberkirin û asîmîlekirina Kurdan. Bi taybet gundên Kurdên Elewî tên valakirin û berê wan didin bajarên Tirkan da ku ji kok û binyata xwe qut bibin û asîmîle bibin. Bi taybet li gundên Kurdên elewî ev polîtîka tê meşandin û ev yek jî bêguman polîtîkayek asîmîlasyonê ye. Divê neyê jibîrkirin ku cihê koçberî lê hebe asîmîlasyon jî lê heye.

Li vir bar û erkekî giran, bar û erkekî netewî dikeve ser milê hemû kesayet, dezgeh û partîyên Kurdistanî ku li mexdûrên Kurd û bi taybet li zarokên Kurd xwedî derkevin, li ber barê wan rabin û wan bi destê siyaset û planên dewletê ve bernedin.

Nûçe / Analîz

Back to top button