Civak

Erdogan helalî xwest

Serokkomarê Tirkiyê R.T.Erdogan, di serdana xwe ya bajarê Semsûrê de serdana mexdûrên erdhejê kir. Erdogan, di axavtina xwe de ji ber ku her du rojên ewil nehatine hawarê û dereng mane, ji mexdûrên erdhejê helalî xwest. Xwestina helalîyê tê wateya qebûlkirina kêmasî û xeletîyên xwe û bi vî awayî Erdogan qebûl kir ku di hatina hawarê de dereng mane û bûne sedema mirina hezaran kes.

Helalîxwestina Erdogan a li Semsûrê, ku di erdhejê de yek ji wîlayetên herî zêde mexdûr bûye, ji ber derengmayîna rojên ewil bû sedema bertekan.

Ji ber gotinên Erdogan, partîyên muxalefetê jî banga îstîfayê lê kirin.

Alîkarê Serokê Giştî yê Partîya Komarî ya Gel (CHP), wekîlê bajarê Ordûyê Seyit Torun; got ku gotinên Erdogan îtîrafeke ku nikare erka xwe bi cîh bîne û wiha got: “Divê em bipirsin: Gelo yên ku heqaret li welatiyan dikir ne hûn bûn? Erdogan li xwe mikur hat ku ew nikare erka xwe bi cîh bîne û helalî xwest. Baş e, wê kî hesabê kesên ku ji ber çend rojên dereng jiyana xwe ji dest dane bide? A rasteqîn ne helalîxwestin, lê îstîfakirin e“.

Balkêş e ?
Close
Back to top button