Nivîsar

Tevgera 1925an û Hadîseya Pîra

Ji Dîyarbekirê, beş û serkirdeyên sîyasî yên Cemîyeta Îstiqlala Kurdistanê, bi sebeba ku dema gerên bi vî awayî nehatîye, mudaxaleyê vê terzê gera wî dikin û li ser biryara koma rêvebir a Diyarbekirê (Dr. Fuaf û …), ew ji Licê vediqete ku biçe cîyekî tenha yê mintiqa Sîwanê.

Seîd Veroj

Şêx Seîd, kurê Şêx Mehmûd e û tehsîlekê baş dîtîye, di medreseyên Kurdistanê de xwendîye; Paloyê li nik apê xwe yê Şêx Husên, Mûşê li nik miftî Mihemed Emîn, Melezgirdê li nik Abdulhelîm û Xinûsê jî li nik Mûsa Efendî dersên wekî enwar, muharrîr, nahiv, sarf, mantiq, meanî, îstîare, beyan, bedî’ eqaîd û wd xwendine. Bavkalê wî yê Şêx Elîyê Sebtî, nûner û postnişînekî girîng ê terîqata Nexşebendî ya xêza Xalidî bû.

Di 17ê Kanûna sala 1918an de li Îstenbulê bi serokatîya Seyîd Evdilqadirê lawê Şêx Ubeydulahê Nehrî Cemîyeta Tealîya Kurdistanê (CTK) hatîbû avakirin. Piştî xebata salûnîv-du salan, CTKê parçe dibe û eynî wext ji alîyê desthilatdarîya sîyasî ya wê demê ve, bi tevî 19 şubeyên xwe ve tête girtin. Piştî girtina CTKê, şertê xebata legal li Îstenbulê namîn. Di sala 1922an de li Kurdistanê û li bajarê Erzerumê, bi awayekî îllegal (pinahî), bi serokîya Xelid Begê Cibrî Cemîyeta Îstiqlal û Îstihlasa Kurdistanê (Cemîyeta Serxwebûn û Rizgariya Kurdistanê/Komîteya Îstiqlala Kurdistanê/ Cemîyeta Azadî) hatîye avakirin. Şêx Seîd, kurmet û zavayê Xalid Beg bû. Herweha ew aza û yek ji rêvebirên vê rêxistinê bû. Serkirde û rêvebirê vê rêxistinê, bi navê “sîyasîyûn” û “dînîyûn”, du beş bûn. Şêx Seîd ji beşê dînîyûn bû.

Bi tevî şêx û mele û ulemayên din xebat û propaganda serhildaneke netewî ya giştî dikirin. Piştî ku ji koma sîyasîyûn Xalid Beg, di 20ê Kanûna Paşîn a sala 1924an de li Erzerumê hate destgîrkirin. Barê Şêx Seîd girantir bûye, ji hadîseya Pîranê şûn ve, karê dînî û sîyasî bi hev re ketîye ser milê wî. Di tevgera neteweyî ya sala 1925an de, name û daxuyanîyên wî bi navê “Emîrûl Mûcahîdîn Mihemed Seîd Nexşebendî” hatine belavkirin.Hadîseya Pîranê:Şêx Seîd, ji bo hazirîya xebatê ji Xinûsê tê mintiqa Çan û Çebaxçûrê, ji wir ve jî tê Licê. Di dema vê gera wî de, hejmarekê zêde xelk bi tevî çekên xwe tevlî cemaeta wî dibin. Li gorî neqilkirina Fehmî Bîlalê sekreterê wî, ji Dîyarbekirê, beş û serkirdeyên sîyasî yên Cemîyeta Îstiqlala Kurdistanê, bi sebeba ku dema gerên bi vî awayî nehatîye, mudaxaleyê vê terzê gera wî dikin û li ser biryara koma rêvebir a Diyarbekirê (Dr. Fuaf û …), ew ji Licê vediqete ku biçe cîyekî tenha yê mintiqa Sîwanê. Di dema çûna ber bi wê herêmê ve, li binê gundê Serdê, Şêx Tahir û du rûsipiyên gund têne pêşîya wî û bi îsrar dixwazin wan li gund bikin mêvan. …

Dema ku ew li gund dimînin, Salih Begê Hênê tê zîyaretîya wan û dixwaze ew biçe Hênê bibe mêvanê wî ji bo lihevanîna du malbatên mîrekên Hênê. Ji wir ve jî li ser vexwendin û daxwaza Şêx Evdirehîmê birayê wî, diçin Pîrnê…. Dema ku ew bi tevî cemata xwe li Pîranê dimînin, di roja 13ê Sibata 1925an de, cendirmeyên wê derê diçin ber mala ew tê de û dixwazin du mehkûmên ku tevlî cemaeta wan bûne desteser bikin.

Li ser vê meselê pevçûn çêdibe û cendirmeyek tê kuştin û yên din jî têne dîlgirtin. Li ser vê hadîseyê, tevgera 1925an berîya dema destnîşankirî dest pê dike.Hadîseya Pîranê di 13ê Sibata 1341/ 1925an de çêbûye. Di vê hadîseyê de, sê cendirme û mualim Fexrî Efendî yê Pîranî jî tête kuştin. Şêx Seîd, piştî çêbûna hadîseya Pîranê, êdî li meydana şer e û serokê sîyasî û dînî yê Tevgera 1925an e. Şêx Seîd Efendî û hevalên xwe, ji Pîranê ve pêşîyê çûne nehiya Pêçarê û li gundekê wê civîn girêdane û berîya ku ew bigîjin Dara Hênê, ew der di 16ê Sibatê de ketîye destê şervanan….

ji wê şûn ve, di nav demeke kurt de, bajar û bajarokên wekî Licê, Gêl, Erxenî, Maden, Palo, Xarpût, Çebexçûr, Mûş, Varto, Siwêrek û wd. erdekî berfireh dikeve destê şervanên kurd…Piştî desteserkirina Şêx Seîd ji alîyê bînbaşîyê teqawid Qasimê Cibran ê hevçengê wî ve, li ser pira Abdurehman Paşa di roja 16ê Nîsan 1925an de. Wî bi tevî hevalên wî yên pêre, tînin Dîyarbekirê ji bo mehkemekirinê. Mehkema wan di 26ê Gulanê de dest pê kirîye û 28ê Hezîranê de biryara darvekirina wan hatîye dayin. Di dema mehkemekirinê de li ser pirsa sawcî ew dibêje: “Ez ne li pêşîya vê hereketê me û ne jî li dawîya wê me…. Wekî her kesî ez jî di nav de me…” Şêx Seîd Efendî û 46 hevalên wî, li alîyê derveyê Derîyê Çîya yê sûra Diyarbekirê û li nêzîkê rêya Fîsqeya, di roja 29ê Hezîrana 1925an de, di berbanga sibê de hatine darvekirin. Di dema darvekirinê de, li ser gotin û zimandirêjiya Mithat Begê walîyê Diyarbekirê û yên din, Şêx Seîd dibêje: “Heqê bizna kol namênê ji bizna bi quloç re!”

Jêder: Facebook a Veroj

Back to top button