Civak

Termê Dr. Tarik Ziya Ekîncî li Diyarbekirê bi xakê hat spartin

Tarık Ziya Ekinci ku li Stenbolê wefat kir, li gor wesiyeta wî li bajarê Diyarbekirê hat definkirin. Gelek siyasetmedar û kesayet beşdarî merasîma ku ji bo Ekîncî hat lidarxistin bûn. Serokwezîrê Herêma Kurdistana Mesrûr Barzanî jî peyameka sersaxiyê rêkirîbû.Di merasîmê de peyama Serokwezîr hat xwendin.

Ji bo Ekîncî li Taxa Şehîtlîkê ya navçeya Yenîşehîra Diyarbekirê li Mizgefta Şehîtlîkê merasîmek hat lidarxistin.

Hevjîna Ekîncî Perîhan Ekîncî, malbata wî, Hevserokê Giştî yê Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM) Tuncer Bakirhan, parlamenter, Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê, Parlamenterê DEM’ê yê Amedê Serhat Eren, Parlamentera Mêrdînê Salîha Aydenîz, Rêxistina Parêzgeha Amedê ya DEM’ê,Parlamenterê CHP’ê yê Amedê Sezgîn Tanrikûlu, Leyla Zana, Îsmaîl Beşîkçî, nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî û gelek kes tevlî bûn.

Serokê Weqfa Îsmaîl Beşîkçî (ÎBV) Îbrahîm Gurbuz peyama Mesrûr Barzanî ya Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê xwend.

Barzanî di peyama xwe ya bi zaravayê kurmancî ya kurdî de ev gotin bi kar anîne:

“Ez bi xemgîniyeke mezin agahiya wefata kurdê navdar, nivîskar, siyasetmedar, welatparêz û parlamenterê berê yê Tirkiyê Tarık Ziya Ekinci zanî. Ez ji malbata Mamoste Ekîncî re sersaxiyê dixwazim. Rehma Xwedê lê bike û selametiyê bide malbata wî.”

Back to top button