Cîhan
Li paytexta Îsraîlê Tel Avîvê teqîn: 1 mirî, 1 birîndar
Hat ragihandin ku di teqîna li Tel Avîva paytexta Îsraîlê pêk hatî de kesekî jiyana xwe ji dest da û kesek jî giran birîndar bû.
Di daxuyanîya ku ji teref berdevkê polêsên îsraîlî ve hat dayîn de hat diyarkirin ku li Kolana Lahî ya Tel Avîvê bi “teqemenî”yê teqînek pêk hat, kesekê ku nasnameya wî hêj nehatîye tespîtkirin mir, kesek jî birîndar bû.
Di nûçeya televîzyona dewletê ya Îsraîlê KANê de hat diyarkirin ku di teqînê de zilamekî 50 salî jiyana xwe ji dest daye. Hat ragihandin ku saziya îstîxbarata navxweyî ya Îsraîlê Şîn-Bet beşdarî lêpirsîna ji bo nirxandina îhtimala hewldana êrîşê bû.