Tenê pêşmerge li Şingalê şer dikin

 Fermandarekî Hêzên Pêşmerge li Çiyayê Şingalê dibêje, di nava sê rojên borî de 47 kurdên Êzîdî li sînorê Tileferê ji destê çekdarên DAIŞê reviyane û gihane nav kes û karên xwe li Zaxo û Dihokê, tekez jî kir ku yên şerê DAIŞê dike tenê hêza wa ne.

Qasim Şeşo, Fermandarê Hzên Pêşmerge li Çiyayê Şingalê ji KDP.info re ragihand: “Di nava sê rojên borî de 47 kurdên Êzîdî li sînorê Tileferê ji destê çekdarên DAIŞê reviyane û gehiştine Çiyayê Şingalê, me jî ew şandin Zaxo û Dihokê bo nav kes û karên wan, ku tenê duh jî 200 kesji nav destê wan reviyabûn û piraniyan wan zarok û keç bûn.”

Şeşo wiha got: “Ew nûçeyên ku dibêjin tenê çekdarên YPGê û Pêşmergeyên YNKê li ser Çiyayê Şingalê ne, derewin û ji rastiyê dûrin, ji ber ku ji serî de her Hêzên Pêşmerge li wê deverê bûn û niha jî tenê em şerê DAIŞê dikin û ti kesekî din e.”

Derbarê wan gotinên ku dibêjin qaşo Hêzên Pêşmerge cihê YPGê ji balafiran re diyar dike da ku wan bombebaran bikin, wî Fermandarê Hêzên Pêşmerge got: “Ew nûçe bi ti awayî ne raste û em bi ti awayekî nûçeyên wisa ji ti kesî qebûn nakin, ji ber ku ev daxuyanî nakevin berjewendiya ti aliyekî.”

Şingal-KDP.info

Nêrînek

  1. Birezan\r\n\r\nWe ji kerar neda ku pesmerge tene ser dike yan ji gel pkk_ypg hevra ser diki. Rojek hun dinivsin pesmerge teneye. Roje din hun dibejin rekeftin nav van heza cebuye u hevra ser dikin. Ewe rast ciye?\r\nEwe rast binivsin ku emji bizanin.\r\nspas

Nerîna min :