Polîtîk

Barzanî: Kurdistanê ji agirê rik û kîna nahezan biparêzîn

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Li demek de pêncih û sê (53) saliya şoreşa mezina Eylûl bi bîr tînin ku gelê me li şerekî çarenûssazdaye û Pêşmergeyên me yê qehreman bi nûnerayetiya hemû cîhana azad li dijî terorîstan dicengin û gelê Kurdistanê bi tu awayekî rê nade teror û dagîrkerî li ser îradeyê da serbikevê. Bawerî bi xwe bûn û retkirina zulm û dagîrkerî hewêna serekî ya şoreşa mezina Eylûl bû û biha û kultûra vê şoreşê wiha kir li qonaxên dinê şoreşê da gelê Kurdistanê li xebat û kolnedanê de berdewam bê û destkeft û serkeftinên mezin jî tomar bike. Em niha jî divê bi heman giyanê bawerî bi xwe bûn û bi navê (Kurdistan yan neman) da li dijî terorîst û dagîrkeriyê bicengîn û hemû bostên axa Kurdistanê ji wan pak bikîn. 

Li şoreşa Eylûlê da gelê Kurd pişt bi îrade û şiyan û baweriyên xwe best û bi beşdariya hemû çîn û tuwêjan û bi yekrêzî karî nasname û hebûna xwe biparêze û îradeya dijminan ji bo nehiştina Kurd têkbişkîne. Li vê salvegera pîroz da pêwîste em hemû ji bo biha û armancên mezintir şoreşa Kurdistanê ku şoreşa Eylûla 1961 e vegerînîn û bîkîn çiraya wê qonaxa niha ku têda dijîn. Li şoreşa Eylûlê da gelê Kurdistanê bi hemû pêkhatên olî û neteweyiyan karî bingehên pêkvejiyanê bike sermeşqa jiyana xwe ya siyasî û ew cenga niha ya li dijî terorê dike ji bo parastina wê biha û prensîpa azadîxwaz û aştiyaneye ku li şoreşa Eylûl berdê binaxe û kevira bingehîn ji bo wê hatibû danîn.

Cihê şanaziye niha yekrêzî û yekdengiyekî tevahî li nav hêzên siyasiyên kurdistanê da heye û pişt bi xweda û îradeya gel û hêza Pêşmerge qonaxa şerê dijî hêzên tarîkbîn û terorîstan bi serkeftî derbas dibîn. Li vê salvegera pîroz da bi pêwîstî dizanim ku bi gelê serbilindê Kurdistanê rabigihînim ku tu rûdaw û karesatek nabê sedema wê yekê gelê Kurdistanê li daxwazên rewa û mafên neteweyiyan paşvekêşiyê bike. Êrîşa terorîstan û ew karesat û nexweşiya li ser Kurdên Êzîdî û xuşk û birayên mesîhiyan û gelê Kurdistanê da hat rewayetiya zêdetirê mafên me yên neteweyî nîşan dide û pêwîste em hemû mikurtir û pêdagîrtir bîn li yekrêziya di navbera me û mîsogerkirina wan hemû mafên gelê Kurdistanê ku dehan sale bi navê wê xebatê dike. Rûdawên vê dawiyê û êrîşa terorîstên dirinde û dijminên azadiyê divê zêdetir me han bide li em hemû pêkve perjînekî polayîn ji bo gelê xwe dirust bikîn ku Kurdistanê ji agirê rik û kîna nahezan biparêzîn.

Her li vê salvegera pîroz da hezaran silav ji bo giyanê pakê wan şehîdên serbilind ra dişînin ku li şerê dijî terorîstan giyanê xwe fedayê keramet û rûmeta gelê xwe kirine û serxweşiyê li malbatên wan dikim. Spasiya xweragiriya xelkê Kurdistanê û canfedayî ya Pêşmergeyên qehreman dikim ku şev û roj çavnetirsane bergiriyê li axa welatê xwe dikin.

Bijî Kurdistan

Nemirî ji bo şehîdên rêya azadiyê

 

Mesûd Barzanî 

Serokê Herêma Kurdistanê

10.09.2014

Back to top button