Şoreşa Îlonê îro jî rêya rastiyê ronî dike
Tovê yekitiya netewî ji berî niha 53 salan di serokatiya Barzaniyê nemir de bi rêya Partiya Demokrata Kurdistanê bi destpêkirina şoreşa Îlona pîroz hate avêtin.
Di dîrok a nêzik a Kurdistanê de pêwiste şorêşa Îlonê baş bête nirxandin da ku em bikaribin îro bi çavek vekirî û baştir qonaxa tevgera azadixwaz têre derbas dibe şirove bikin.
Dîrok ji hev nayê veqetandin, şoreşa îlonê yekemîn şoreş bû ku di nava xwe de yekitiya milletê kurd pêvajoya şoreşê de pêkanî.
Barzaniyê nemir bi giyanek netewî, berxwedanekî bi mêranî û herweha bi kesayetek bilind karî di dengê kurd bigihînê cîhanê.
Di Şoreşa Îlonê de yek berjewendî bingeh bû. Berjwendiyên netewî li ser her tiştekîre dihat girtin. Ji bo vê yekê jî zû bi zû pêvajoya şoreşê tujî çewtiyan nedibû.
Bê guman şorêşa Îlonê li gora demê ku destpêkirî, konjoktora siyasî ya cîhanê û herêmê pêwiste bê nirxandin. Dê baş bê têgihandin ku imkanên şoreşê çibûn, dost û dijminên şoreşê kî bûn. Li himber hemû planên dijminan Barzaniyê nemir çewe bi diplomasiyek serkevtî dikariya mercên xirab bêxe di xizmeta şoreşê de û herweha ya tevgera azadixwaz a Kurdistanê de.
Di roja me de piştî êrîşên rêxistina terorîstên DAÎŞ li dijê Kurdistanê destpêkirin pêwîstiyek derket holê.
Sembola Xeta Netewî nemir Barzanî
Ji bilî hemû bûyer û nirxandinên gelemperî, taybetî ji bo PDK bi xwe pêwîstiyek derket holê, ew jî ewe ku PDK vê pêvajoyê bi awayek akilana li gora qonaxa ku herêm û cîhan têre derbas dibe binirxîne û li gora vê kemasiyên bûyî bibîne û xwe ji nûve reorganize bike. Ev reorganîze kirin divê di hemû waran de çêbibe.
Siyasî, rêxistinî, leşkerî û herweha ragihandinî. Dema ev yek baş bête kirin dê baş bête têgihandin ku pêwistî li çi heye.
Dezgehên rêxistinî heta çi radeyê karine li erkên xwe rabin? Kêmasî çewe û li kû derê pêydabûn? Herweha xeleka zeyîf li kûdera vê tevgerê de bû. Ji bo hêzkirina xeta netewî û herweha serkevtina xeta netewî ev yek pêwiste. Ji bo xirakirina plan û leyiztikên rojane yên siyasî divê ev nirxandina rasyonel bête kirin.
Ji aliyek din PDK pêwiste di derbarê beşên din yên Kurdistanê de siyaseta ku heta niha rêve birî berbiçav re derbas bike. Ji berku siyaseta di derbarê beşên din yên Kurdistanê de heyî û pêwendiyên li gel tevgera kurd di beşên din de ne serkevtiye. Ji bo çi?
Hat dîtin ku şerê li dijê dijminên Kurdistanê de ew pêşmergeyên di şoreşa Îlonê de şer kirin yên li jiyanê mayîn, cardin dest avêtin çêkan û eniya şer de qehremaniyên mezin nîşandan.
Ev yek jîdelîle ku li gora giyanê şoreşa îlonê û herweha li gora rast têgihandina rêbaza Barzanî nirxandinek berfireh ji bo pêvajoya îro bête kirin.
Mesud Barzanî, pêşmergeyek yê şoreşa Îlonê, serokê PDK û serokê Kurdistanê di gotara xwe ya bi minasebeta 53 salvegera şorêşa Îlonê de dibêje: Li şoreşa Eylûlê da gelê Kurd pişt bi îrade û şiyan û baweriyên xwe best û bi beşdariya hemû çîn û tuwêjan û bi yekrêzî karî nasname û hebûna xwe biparêze û îradeya dijminan ji bo nehiştina Kurd têkbişkîne. Li vê salvegera pîroz da pêwîste em hemû ji bo biha û armancên mezintir şoreşa Kurdistanê ku şoreşa Eylûla 1961 e vegerînîn û bîkîn çiraya wê qonaxa niha ku têda dijîn.
Eger ev pêvajoya ku Kurdistan têre derbas dibe wek gotina serokê Kurdistanê, çira şoreşa Îlonê bikin ronahiya vê qonaxê dê ev yek bibe demana serkevtina xeta netewî.
11.9.2014
Dara Bilek