Teknîk

Teleskopa mezina Çînî destbikar kir

Ajansa Jin Xuan ya Çînî ragihand Pekîn bi fermî mezintirîn teleskopa wergira şepolên elektromugnatîsî ya cîhanî bikaranî û wê ji bo lêkolînkirina valahiya asmanê û lêgerîna jiyana li derveyê goga zeviyê bikarbîne.

Tîra Teleskopê 500 metre ku dike 30 carê yarîgeha futbolê û li ser çiya li herêma Qurîtşo hatiye danîn ku dikevê başûrê Rojavayê welatê Çînê. Her wiha Çîn wê amêra nû bi (Çavê asmanê) bi nav dike.

Çîn li sala 2016 an ve li mijulî dirustkirina teleskopê ye, lê belê ji wê demê ve ceribandin û taqîkirin û pêdaçûnê ji bo wê dikir ku kêşeyekî hunerî û teknîkî têda pêkneyê.

Ciyan Pîng Berpirsê Endazyarên Teleskopê ragihand: Karê destpêkî û taqîkirinê heta niha bi awayeke serkeftî birêveçûye. Radeya hestiyara wê dû car û nîvê duyem teleskopa herî mezina cîhanê ye.

Armanca serekiya Çînê ji vê teleskopê ewe ku programa valahiya asmanê de pêşbikeve û rikeberiyê li Rûsya û Amerîkayê bike ku sala 2030 li warê felek û asmanevaniyê ve bibe yekem welat.

 

Balkêş e ?
Close
Back to top button