Civak

Li paytexta Kurdistanê rojane 200 kes xwîn dibexşin

Banka Xwînê girîngtirîn navenda bexşîna xwînê ye ji bo wan kesên ku pêwîstiya wan bi xwînê, bi taybetî tuşbûyên nexweşiya Talasîma heye. Birêvebiriya Banka Xwînê ya li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê li sala 2012 hatiye damezrandin berdewam helmetên xwîn bexşînê encam dide, ji bilî wê yekê ku rojane nêzîkî 200 kes serdana Birêvebiraya wan ji bo xwîn bexşînê dikin.

Li sala 2019 Birêvebiriya Banka Xwînê 62 hezar û 862 kîsên xwînê wergirtiye ku % 40 bi xwebexşî bûye û % 60 li ser daxwazê bûye.

Her wiha 36 helmetên xwîn bexşînê encam daye eve ji bilî wê yekê ku peywendiya wan li gel 37 nexweşxaneyên mîrî û taybetî da heye ku di demên pêwîst da xwîn bi wan dibexşin. Her wiha 12 hezar kîsên xwînê bi nexweşên Talasîma û 5 hezar bi nexweşên Şêrpençeyê bexşîne.

Back to top button