Tehir Elçî li Diyarbekirê hate bîranîn !

Tahir Elçî serokê Baroya diyarbekir ji berî 6 sala, di dema çalakiyekî de, ma navbera şerekî yê çekdarên PKKê û polisên Tirk de û hate kuştin. Ji wê rojê heta wek îro doza Elçî berdewame û heta vê gave negihatiye encamekî.

Bê guman polisên di vê derbarê de têne darizandin  şerê navbra xwe û militanên PKKê de dikin sedemekî û xwe diparêzin. Dixweyê wek bi sedan bûyeran di vê bûyerê de jî edalet cihê xwe nagire û nabê kesek xwe bixapîne û hêvî bike ku dê edalet bi cih were. Ji ber ku heyîn û tunehina edaletê bi xwe li vî welatî  cihê gotubêjê ye ûtaybetî jib o kurda edalet tuneye.

Gelek cara dema bûyerek rû dide aliyên siyasî wê bûyerê dikin malzemey siyasî li gora armancên xwe yên siyasî b kartînin. Di kuştina Tahir Elçî de berpirsiyariya dewletê û PKKê herduka jî heye. Lê kesek behsa PKKê nake û tenê wek bûyerekî ku bikaribin li ser ranta siyasî destve bînin diaxêvin.

Li Diyarbekirê bi minsebeta bîranina salvegera kuştina Tahir Elçî rewresmek hate li darxistin, berpirs û parlementerên CHPê û HDPê  û hinek dezgehên sivîl amade bûn. Tahir Elçî welatparezek Kurd bû. Îro dema hinek aliyên siyasî salvagera wî de wî bi bîrbînin gerek rastiya kuştina wî jî bêjin. Nabe mirov bibe sedema kuştina welatparêzekî û pişre li ser bigirî.

Îro  eger berpisên siyaseta ku zemîn ji kuştina Tahir Elçîr e amade kirin di salvegera wî de cih bigrin û bê ku kemasiya siyaseta xwe di vê derbarê de bêjin ,balkêşe. Dema mirov bi tenê dewletê tawanbar bike gelek hesaniye. Raste ji xwe vê dewletê bi seda welatparîzên kurd qetil kirine, raste destê dewletê di xwîna kurdan de heye.  Lê gerek mirov rastiya xwe jî bibîne. Dê rojekî kuştina Elçî jî wek gelek bûyeran zelal bibe. Dê hinge kî çi bêje?

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: