CivakRojev

Peyamêk ji Serokê Herêma Kurdistanê

Sersaxî û hevxemiya xwe ya kûr pêşkêşî malbatên wan şehîdên qehremanên şeva derbasbuyî dikim ku di dema bihaneveçûna hevsengerên Pêşmergeyan da li tixûbê Kulleco, şehîd bûn û canê xwe gorî kirin.

Ji xwedayê mezin hêvîdarim giyanê wan bi himbêz û dilovaniya xwe şad bike û hedar û aramiyê bi malbat û kesukarên wan yên serbilind bibexşê. Hêviya bi lez başbûnê ji bo Pêşmergeyên birîndar dixwazim.

Berfirehbûn û berdewamiya gef û êrîşên Da’îş, peyama ciddî ya tirsnakin û gef û metirsiyekê rasteqîne li navçeyê de tîne holê. Ji bo wê yekê alîkarî û hemahengiya zêdetir di navbera Pêşmerge û Artêşa Iraqê bi piştevaniya Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî, pêwîstiyekê bi lez ya nihayî û pêşîneye.

Daxwaz dikîn mekanîzma wê hemahengiyê li navbera wan aliyên peywendîdarên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federaliya Iraqê da bi hevbeşî û piştevaniya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî çalaktir û berfirehtir bêkirin û pêkve bi hemû hêz û şiyanek ve rûbiruyê teroristên Da’îş û gef û metirsiyan bibîn.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
28.11.2012

Back to top button