Cîhan

Taz Gazete: Hemû millet dibîne

Rojnamevana ji tirkiyê Banu Guven ku ji ber zordariya dewleta tirkiye ji tirkiye koçî Almanya kiriye, li rojnameya Taz Gazete ya Almanî de babetek bi navê (hemû millet dibîne) babetek nivîsiye behsa siyaseta tirkiye ya bikaranîna penaberan û piştî mirina çendîn leşkeran helwesta ragihandina tirkiye kiriye û dawiyê de jî dide zanîn ku ew ji vê rewşa tirkiye şermê li xwe dike.

Guven dide zanîn ku tirkiye penaberan bi otobusan suwar dike dişîne ser sînoran, eve jî rûmeta mirovayetiyê binpêdike. Dema ku wêneyên penaberan dibînim ku ji aliyê tirkiye ve li ser sînoran hatine komkirin, şermezar dibim û şermê li xwe dikim. Her wiha dewleta tirkiye û ragihandina tirkiye TRT hewldidin rêyeke bibînin ku berê penaberan bidin aliyê dinê sînor. Erdogan dibêje emê wan êdî wan xwedî nekin û wan diavêje ser sînoran.

Banu Guven her wiha behsa kuştina 36 leşkerên tirkiye jî dike û dibêje: Gelek kes behsa tolhildana wê êrîşa li Suriye dikin. Lê belê kes napirse gelo çi karê leşkerên me li gel terorîstên Elqaide û Tehrîrîl Şam li nav axa Suriyê de heye.

Back to top button