Civak

Tirkiye rênade penaber vegerin tirkiye

Piştî ku tirkiye bi hezaran penaberan şand li ser sînorên Ewrupa, lê ji ber tûndgirtina sînoran hîç penaberek nekarîn xwe bigihînin Ewrupa.

Ji aliyeke din ve Yunanîstan daye zanîn ku ewan rêgiriyê li 4 hezar penaberan kirine û nehiştine yek nefer jî derbasî sînorên welatê wan bibin.

Penaberên ku neçar û bêhêvîbûne xwestin vegerin tirkiye, lê mixabin sînorên tirkiye jî li ser wan penaberan hate girtin û di navbera du sînor û tixûban de asê mane.

Tirkiye nûnerên hemû kanalên ragihandina navxweyî û navdewletî li ser sînoran komkiriye û dixwaze li rêya wan rojnamevanan armancên xwe yên li ser Ewrupa û civaka navdewletî de bi cîh bike.

Back to top button