Kultur

Şanogerên Kurdistanê ji Tunisê bi xelata zêrîn vegeriyan

Grupa Şanoya Kolanan ya Koyê ya Kurdistanê beşdarî li «Çaremîn xula hevdîtina navdewletiya şanoya Qegar» li Tunisê kir.

Grupa Şanoya Kolanan ya li Koyê ku bi vexwendineke fermî ji aliyê “Wezareta Rewşenbîriya welatê Tunis” ve beşdarî li «Çaremîn Xula Hevdîtina Navdewletiya Şanoya Kolanan Qegar» kirin, ji heft welatan 13 şanoyên ser kolanan li vê hevdîtinê beşdar bûn.

Grupa Şanoya Kolanan – Koye bi Nûnerayetiya Birêvebiriya Giştiya Rewşenbîrî û Huneriya Hewlêrê û Birêvebiriya Rewşenbîrî û Huneriya Koye ve beşdarî kirin, grup bi “Şanoya nameyên deryayê” li bîr û derhênana “Huner Tahîr”, nîşandana “Dr. Keyfî Ehmed û Ferîdun Hemedemîn” û li gel jenyar “Rewez Mewlûd” karîn xelata yekema zêrîn wekî baştirîn berhemê bi dest ve bînin ku xelata bilindtirîn pileya festîvalê bû.

Back to top button