Civak

Taraf: Bila leşker bersiva me bidin

Rojnama Taraf cardin belgenameyek belav kir û ji hêzên çekdarên Tirkiye daxwaz kir ku bersiva vê belgenameyê bidin. Bi vê belgenameyê cardin rojev tevlîhev dibe. Ji berî civîna salanê ya konseya bilind a leşkerî ev belgê dikare gelek tiştan biguherê.

Ev belge raporek ya emniyetê ye ku ji serfermandariya leşkerî re hatiye fax kirin. Di raporê de hatiye nivîsandin ku, wê çekdarên PKK-ê roja 17-ê hezîranê 2010-ê êrîşekî giran bibin ser baregehî leşkerî yê di tixûbê Kurdistana başûr de li devera Şemzînan. Ev belga hanê ji aliyê berpirsê polisên Şemzînan Ahmet Yiyenoglu ve, ji berpirsê cendirma yê Şemzînan re hatiye rêkirin. Piştî rapor ji cendirma re hatiye rêkirin 30 demjimêr şûn de, çekdarên PKK-ê êrîşek berfireh dibin ser baregehê leşkerî yê ku di raporê de hatî destnîşankirin û di encamê de 11 leşker têne kuştin.

taraf_fax_gediktepe_138290396.jpg

Rapora emniyetê 16-ê hezîranê demjimêr 21.20-ê de, ji bo berpirsiyarê leşkeran hatiye rêkirin. Rapor bi vî awayîye: “ Li gora me serkaniyek cihê baweriyê malumat vergirtine,dê PKK roja 16.6.2010-ê, êrîşekî bine li ser tabura Tekelî , yan jî vê yekê ve girêdayî wê êrîşê baregeha ku vê taburê bike. Ihtimalek mezin dê ev êrîş roj di navbera demjimêr, 14:00-15:00 yan jî 15:00-16:00 pêkwerê.“

Generalê ku di êrîşê de berpirs tê nîşandan di doza Balyozê de derbarê wî de jî biryara girtinê heye. Ew general ji bo endamê dezgehek tariye di nav dewletê de dadgehê di derbarê wî de biryara girtinê daye.

Dema ev bûyer çêbûyê serokwezir Erdogan hemi bernameya xwe iptalkirîbû, serdana wane kir û rewrisma rakirina cenazeyên leşkerên ku di vê bûyerê de jiyana ji dest dayîn amade bû. Piştre li gel Başbug û Tümgeneral Gürbüz Kaya serdana qerekola li tuxûbê Kurdistana Başûr ya bûyî armanca êrîşa çêkdarên PKK-ê kirîbû.

Back to top button