Polîtîk

Sosyalîstên kurd di referandumê de dibêjin erê

Ji bo referandumê ji rêxistin û dezgehên sivîl û herweha xwediyên îdeolojiyên cuda dengên cur bi cur derdikevin. Komînis û çêpên Tirk piranî dijê guhertinên destûrîne û di referandumê de wê dijê qebûlkirina paketa guhertinên destûrî dengê xwe bidin. Yanî wê ji guhertinê re bêjin “NA“. Komînistên kurd vê care guh nedan yên tirka û îrada xwe ya azad karanîn û di referandumê de li himber hemi kêmasiyan jî wê bêjin “ERÊ“.

Rêxistina Hewldana Partiya Sosyalist a Mezopotamya, daxûyaniyek belav kir. Di  daxûyaniyê de tê ragihandin ku , ev guhertin tu derdekî derman nake, ji armancên me yên siyasî dûre, li Tirkiye divê destûrek sivîl û rêkûpêk, ya ku mafê kurda û mafê kedkara bixê di bin demanê de çêbibe.

Em wek komonîstên Kurdistanê, di vê prosesê de, di referandumê de bêjin “erê“. Daxuyaniyê de dibêje ku; emê bêjin erê ji bo ku gelek hindik bê jî ev guhertin di dîwarê eniya kemalist û nijadperestan de derzekî vedike.

Back to top button