Li Dortyolê pravakayon eşkere bû

Wek tê zanîn ji berî niha li Dortyolê, ji otomobilekî hinek kesên çêkdar otomobila polisan dabûn ber gulan û di encam de 4 polis hatibûn kuştin. Ji bo kuştina 4 polîsan eve çend rojin kul li Dortyolê bûyer çêdibin. Nijadperestên tirk êrîşê kurdan kirin, dikanên wan,malên wan şewitandin.

Îro hate eşkerekirn ku ew otomobila jê gulle berdayîn polisan û çar polis hatîn kuştin, otomobila cîgirê serokê belediya Payasê yê MHP-ê ye.

Cîgirê serokê belediya Payasê B.K endamê meclisa partiya MHP-ê ye jî. Îro B.K. ji aliyê polisan ve hat binçav kirin û li gel wî di vê derbarê de lêpirsîn tê kirin.

Ev bûyer dikare hinek bê jî vê provakasyona tarî ronî bike. Dema provakasyon ronî bibin hinge rûyê herkesekî eşkere dibe û rastiya bûyeran jî tê zanîn.

 

Nêrînek

  1. Provocation (îngîlîzi, almanî), Provocatio (latîn) ûêd.\r\n\r\nErrr ev chi Tirkhezî ye, dibin û tînin bêjeyên Kurdî dishibînin a Tirkan. Koka kelîmeyê bi latînî provocatio ye.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: