Polîtîk

Tanrikulu: PKK felaketa herî mezin e ku hatiye serê kurdan.

Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Tanrikulu li Kanîreşê tevlî rewrismek ya Ciwanên partiya xwe bû. Tarikulu behsa PKKê kir û got:

“PKK karesata herî mezin e ku ji damezrandina xwe û vir ve ev zêdetirî 40 sal in bi serê Kurdan de hatiye. PKK Dahaka sedsala 21’emîn e, ji ber ku jin, sivîl û zarok bêyî ferqê bike bi deh hezaran mirov kuştine. Rêxistinek bi vî awayî barbar derneketiye holê. Sîstem û rejîma Kemalîst ku nikarîbû Kurdan ji olê xwe dûr bixe, bi taybetî piştî damezrandina komarê, ev kar dan ber barbaran û Rêxistineke kujer a bi fikrê Marksîst, bi ser ket ku wan ji baweriyên wan derxîne û têgeha namûsê di nava Kurdan de ji holê rake…

Tanrikulu da xûyakirin ku, PKK li Kurdistanê partiya wan wek hevrikê xwe dibîne û ji ber vê yekê jî rêxistinên wan yên sivîl kiriye armanc.

Tanrikulu behsa serokê PKKê Abdullah Ocalan jî kir û got: Wî li himber bawerî û kultura Kurda dest şerekî kir.Berpirsên hukumetê jî kesek ku xwe wek xwedê dibîne û Marksist û nexweş wek muxatab ditît û ew wek serokê Kurda dida nasandin. Ji berî salan me digot ev sîxûrên Amerikayêne, lê dixweyê ku hêja sîxûriya Amerikayê dikin li gora fermana wan tevdigerin.

Back to top button