Civak

Talebanî: Divê dadgeh xwe ji nakokiyên siyasî dûr bikin

Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja yekşemê 05.08.2018ê serdana Dadgeha Silêmaniyê kir û digel serokê dadgehê û hijmareke dadweran civiya.Piştî civînê, di preskonferensekê de, cîgirê serokwezîr got ku bielektironîkirina tevaya karên Dadgeha Silêmaniyê qonaxeke giring e û  bi vî awayî dê kar û miamileyên hevwelatiyan baştir û zûitr bên meşandin.Telabnî got ku ew piştevaniya bihêzkirina desthilata dadweriyê dike û divê dadgeh xwe ji nakokî û hevrikiyên siyasî dûr bikin: Em piştgiriya desthilata dadweriyê û serxwebûna dadgehan dikin û eger dadgeh serxbixwe bin dê yasa jî serwer be, ji ber hindê divê dageh ji milmilanên siyasî dûr bin. Çênabe tu kesek di ser yasayê re be.Cîgirê serokwezîr pîrozbahî li wan dadweran kir yên bûn endam di Dadgeha Temîzî de û serkeftin jê re xwest.Her di heman rojê de, Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê serdana nexweşxanya Şoreş li Silêmaniyê kir û ji aliyê rêvebir  û karmendên nexweşxaneyê va hat pêşwaazî kirin û di merasimekê de nexweşxaneya Şehîd Şêrkoy Hacî ku nexweşxaneyeke 40 qerewêliye, vekir.Cîgirê serokwezîr kar û xebatên rêvebir û karmendên tendirustiyê bilind nirxandin û hêvî xwest ku hemû di kar û xebatên xwe de serkeftî bin.

Back to top button