Kultur

Rojnameya Siudiyê doza lêborînê ji serok Barzanî dike

Rojnameya Elweten Online ya Erebistana Siûdiyê, ji ber belavkirina nûçeyeke nerast ku têde behsa rewşa serok Barzani ya darayî  kirîbû , bi fermî daxwaza lêborînê li serok Mesûd Barzanî kir.Roja Şemiyê 4ê Tebaxa 2018an malpera rojnameya Elweten Online ya Siûdiyê nûçeyek belav kiribû, ku têde behsa milk û malên hejmarek ji serkirdeyên payebilindên Iraqê kiribû û navê serok Mesûd Barzanî jî di vê nûçeya xwe de anîbû, lê belê piştre rojnameyê bi awayekê fermî daxwaza lêbihorînê xwest û ragihand, ku nûçeya wan bêbingeh e.Rojnameya Elweten Online herwiha tevî ku lêborîna xwe xwastiye, tekez kiriye, ku ew dê derbarê nûçeyê û çavkaniya vê nûçeya şaş de lêkolînê bikin.Rojname di daxûyaniya xwe de dibêje: Em gelek daxwaza lêbihorînê li birêz Mesûd Mistefa Barzanî, Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê dikin, ji bo wê şaşiya ku me kiriye, ku tekez ti mebestek li pişt nebûye. Di pêşerojê de jî em dê lêkolînê li vê çavkaniyê bikin, ku em xistin nava vê şaşiyê.

Back to top button