Polîtîk

YNK: Hêja ji Yusif Mihemdre gelek divê

YNKê endamê Tevgera Gorran Yusif Mihemed hişyar kir, ku hewl dide xwe bigehîne erkê serokkomariya Iraqê û parlamenterek YNKê jî dibêje: ‘’Hîn gelek maye tu li ser erkê serokkomariyê bifikirî.’’Piştî belavbûna gotegota Tevgera Gorran ji bo serokkomariya Iraqê Yusif Mihemed difikire, endamê fraksiyona YNKê li parlamentoya Kurdistanê Izet Sabîr (Birayê wî Mihemed Sabîr ji aliyê YNKê ve wek namzedê serokkomariyê hatiye dest nîşan kirin.) ji BasNewsê re ragehand: ‘’Erkê serokkomariyê pêwîste bi rêkeftina dinavbera partî û pêkhateyên Iraqê ve bê destnîşan kiirn. Helbijartin hatin kirin û bi rêya lîsteyan ve pêkhat. Yusif Mihemed eger ne Gorran be çar deng jî bidest naxe li Kurdistanê. Ji ber vê jî ew dengên bidest xistiye dengên partiya wî ne.’’Herwaha got: ‘’Eger serokkomartiya Iraqê ji Gorran re bê dayîn pîroz be li wan. Lê hîn Dr. Yusif Mihemed gelek maye bo wî ku li ser serokkomariya Iraqê bifikire.’’Bi baweriya Izet Sabîr pêwîste Yusif Mihemed şarazayiyê bidest bixe ku ‘’ji rewşa navnetewî tê bigehe.’’ Û got: ‘’Pêwîste peyvendiyên dinavbera Iraq û welatên cîran tê bigehe, ku bikare wî erkî bicîh bîne. Temenê xwe pêwîste bike ezmûn, wê demê dikare muqayesek di navbera Mihemed Sabîr û Yusif Mihemed de bike. Ezmûnên wan û xebata wan muqayese bike, wê demê ji hemû xelkê Iraqê re aşkera dibe ku hîn Yusif Mihemed gelek jê re divê ku li ser serokkommariyê bifikire.’’Ziryan Hacî/Bas
Back to top button