Polîtîk

Talabanî Bexdad terk kir

Serokomarê Iraqê Celal Talabanî, li hemberî daxwaziya Serokwezîrê Iraqê Nurî Malîkî, ku dixwaze di bin baskên artêşa Iraqê de “Hêza Operasyonên Dîcle” ava bike û vê hêzê li Herêma Kurdistana Federel bi cîh kirin bide, bertek nîşan daye û paytexta Iraqê Bexdad terk kiriye û çûye Slêmaniyê.

Li gorî nûçeya ku di Rudawê de cîh girtiye, rayedarekî YNKê diyar kiriye ku, Serokomar Celal Talabanî, ji bo ku helwesta Serokwezîr Nurî Malîkî protesto bike, Bexdad terk kiriye û çûye bajarê Slêmaniyê. Rayedarê ku nexwestiye navê wî were eşkere kirin, îfade kiriye ku Talabanî ji Malîkî gellekî nerehet bûye.

Berdevkê YNKê Azad Cundiyanî jî anîye ziman ku, di demên dawiyê de Malîkî  xeletiyên mêzin dike û gavên şaş diavêje. Ger Malîkî ji xeletiyên xwe venegere û sererast neke, ji bo ku xeletiyên wî bêne çareserkirin ew ê rê û rêbazin din têxînine ber xwe. Cundanî, “Bê guman Kurdan û beşên din hîn hemû alternatîfên xwe bikar neanîne. Dîsa jî hîn ku me alternatîfên din bikar neanîne, em dixwazin diyalogê û mizakereyê dewam kirin bidin.”

Malîkî dixwaze ku di bin baskên artêşa Iraqê a navendî de hêzeke bi navê “Hêza Operasyonên Dîcle” ava bike û vê hêzê li Herêma Kurdistana Federel bi cîh bike. Ev jî di navbera Rêvebiriya Herêma Kurdistana Federel û hikumeta navendî a Iraqê de nakokiyan derdixîne holê. Çimkî tê îfade kirin ku, Malîkî bi hêza Dîcle dixwaze midaxeleya herêma Kurdistana Federel bike. Ev jî nerazîbûna Kurdan bilindtir dike. Piştî ku Talabanî ji Almanya vegeriyabû Bexdayê, bi heman beşan re dest bi diyalogan kiribû lê ev daxwaziya Malîkî Talabanî nerehet kiribû û vê jî di navbera wan de gengeşî çêkiribû.

Talabanî ji malîkî xwestibû ku bila avakirina hêza  Dîcle talox bike lê helwestên Malîkî yên hevdunegirtî, nerazîbûna Talabanî zêde kir û herî dawî Talabanî  ji bo ku berteka xwe nîşan bide Bexdad terk kir û vegeriya Slêmaniyê. 

 

 

Back to top button