Polîtîk

BDP dest bi çalakiyeke nû dike

Bi îmzeya hevserokên BDPê Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kişanakê, namedoreke di mijara grevên birçîbûnê de hat weşandin. Di namedorê de tê xwestin ku bi armanca piştgiriya çalakgerên di greva birçîbûnê de ne, di 17 û 18ê Mijdarê de ji bo 48 seeta çalakiya greva birçîbûnê bê lidarxistin. Li her bajarî, li her qadan, bi beşdariya gel, bi şîara, “piştgirî ji deh hezarên derve ji deh hezarên di hundir de ne re” wê bê lidarxistin. Di namedorê de tê îfadekirin ku, “teva hestyariya netewî û navneteweyî, xwedî derketina gelê me yê fedakarane û mirêsî jî, daxwaziyên gellekî maqul nehatine qebûl kirin û ji ber vê jî grevên birçîbûnê bi dawî nebûne. Daxwaziyên maqul û meşru, di rojên pêş me de bi xwedîderketina gelê me ve girêdayiye. Ji partîzan û gelê me, zêdetir daxwaziya “em jî dixwazin dest bi greva birçîbûnê bikin” hatine û li hemberî ev daxaziyê nêzikahiyeke me a organîze kirinê  pêk hatiye.”

Di namedora BDPê de, ji bo 48 seetan, roja şemiyê seet di 10.00 an de, li her bajarî, li qadan, bi beşdariya bi hezaran çalakiya piştgiriyê a ji bo girtiyên çalakger wê destpê bike. Ew çalakiya ji bo 2 rojan a greva birçîbûnê, roja yekşemiyê seet di 16.900 an de, bidaxuyaniyên çapemeniyê wê were bi dawî kirin. 

Dîsa di namedorê de hatiye bibîrxistin ku, çalakiyên ku niha dewam dikin yên bi şîara “ji bo çareseriyê dengekî jî tu derxîne”, çalakiya ronahî vemirandinê wê dewam bikin.  

Back to top button