Li zaningehê ”Salona Ehmedê Xanî” heye

Lêkolîner û nivîskar Zeynelabidin Ziner  li hinek zanîngehên bajarên Kurdistana Bakur  semîner dan. Rastî di vê pêvajoyê de pêkanîna semîneran taybetî di zanîngehan de, di derbarê pirsa zimanê kurdî, medreseyên kurdî û herweha bi gelemperî li ser nivîskarên navdarên kurdî bala Rojevakurd kişand. Ji bo vê jî me xwest em sedemê vê yekê têbigihin û ji xwendevanên Rojevakurd re jî vê bidin xûyakirin. Rojevakurd pirsî û Zinar bersiv da.

Rojevakurd: Rêzdar Zeyneabidin Zinar, çewa ku li medyayê hatiye ragîhandin, te di van rojên bihurî de rêzeyek semîner li Bakûrê Kurdistanê dane. Tu dikarî bi kerema xwe hinekî behsa wan bikî?

Zeynelabidin Zinar: Belê rast e, di îsal de rêwîtiya min a herî berdar heftiya 44 û ya 45an bû ku min tê de çar semînerên babetcihê dan.

SEMÎNER 1

Semînera min a pêşî roja 04/11/2012, saet 14.00 li Êlihê (Batman) ji aliyê komeleya Nûbiharê ve hate amadekirin û li salona Odeya Mimar û Endazyaran çêbû. Naveroka wê ”Pêvajoya Medreseya Kurdî” bû ku sala 950 medrese li Kurdistanê hatiye vekirin, piştre her ku çûye Kurdan medreseya xwe berfireh kiriye û şaxên cuda yên zanistiyê xisitne navê. Çewa ku Smail Cizîrî (10106-1200) ji Medreseya Sor derketiye û ku wî projeya robot û computerê çêkiriye. Piştre jî Siltan Selahedîn Kurdî el Eyûbî (1138-1193) ku çewa Medreseya Kurdî vegêraye wek zanîngeh. Herweha ew medreseyên kurdî çewa ji aliyê Mogolan (1250) ve hatine şewitandin, piştre ji aliyê leşkerên Tîmorleng (1386-1403) ve hatine şewitandin, şewata medresyan di 1501ê de ev car ji aliyê Sevewiyan ve hatiye kirin, cara dawîn jî di Sedsala Bîstî de ji aliyê leşkerên Kemalîzmê ve hatine şewitandin, bo guhdaran hatin diyarkirin.
Beşdarên semînera Êlihê piranî kesên ji çanda Medreseya Kurdî bûn û di nava wan de gelek zanayên zanistiya nûjen jî hebûn.

SEMÎNER 2

Semînera min a duyemîn, li salona konferansê ya Zanîngeha Mûşê roja 07/11/2012 saet 14.00 dest pê kir. Mazûrvantiya semînerê, li Zanîngeha Mûşê Dekanê beşa Kurdî Prof. Dr. Hesen Çiftçi dikir. Ev semîner tenê ji bo profesor û doçentan bû, lê hinek xwendekarên dilovanên çanda kurdî jî beşdar bûbûn.
Naveroka vê semînerê pir fireh û dewlemend bû. Ji zimanê kurdî bigir, behsa folklor, tore, tewrê jiyana Kurdan û Medreseya Kurdî hatin pêşkêşkirin.
Îcar tiştê balkêş ev bû ku hin mamoste û şagird hebûn ku bi zimanê kurdî nizanibûn, li ser daxwaza wan, min piştî 30 salî hinek bi zimanê tirkîya xwe ya şelpitî jî axaftin kir.

SEMÎNER 3

Semênera min a sisiyan, roja 08/11/2012 saet 14.00 dest pê kir û saet 18.00 bi dawî bû. Ev semîner li şûna dersa mamoste Eyhan Geverî hate kirin û ji bo xwendekarên Lisansê bû.

Hêjaye ku bê gotin, li Zanîngeha Mûşê salonek bi navê ”Salona Ehmedê Xanî” hatiye binavkirin. Min li wê salonê dema semîner ji bo şagirdên Lisansê dida, ji kêfa navê Ehmedê Xanî re hêstirên şahiyê ji çavên min dadiweribîn. Lê dema ku şagirdên salonên din ku pê hisiyan, ew digel mamosteyên xwe hatin û guhdarîya semînera min kirin.
Naveroka vê semînerê jî, bi giştî ziman û çanda kurdî bû.

SEMÎNER 4

Ev semênera min a çaran jî, roja 09/11/2012 saet 13.00 li eynî salona bi navê ”Salona Ehmedê Xanî” dest pê kir û saet 17.30 de bi dawî bû. Di vê dema ku min semîner dida, diviya ku şagirdan du ders bixwendina, lê di şûna wan herdu dersan de mi semîner pêşkêşê xwendekarên Lisansê kir.
Dersdarên şagirdan mamoste Felat Dilgeş û mamoste Eyhan Geverî jî li paşiya xwendekarên xwe guhdarîli min dikirin.

Di vê semînerê de, min zêdetir behsa bipêşketina zimanê kurdî li Ewrûpayê, xasma jî li Swêdê kir û hin zanîngehên ewrûpî ku dersa zimanê kurdî didin, herweha pirtûkên ku li ewrûpayê hatine çapkirin û kovar û rojnameyê hatine weşandin kir.
Du saetên dawiya vê semînerê, derfet hate dayîn ku xwendekar pirsên xwe bipirsin. Îcar pirsên wisa balkêş dihatin pirsîn ku min bi xwe jî pir sûd ji wan wergirt.

Piştî van semîneran Rektorê Zanîngehê Prof. Dr. Nihat Inanç ez vexwendim cihê xwe û li ser navê Zanîngehê hin diyarî dane min.


Gelo li Beşa Kurdî ya Zanîngeha Mûşê kêmasiya mamoste û pirtûkên dersê heye yanena?

Bêguman kêmasiyeke pir mezin heye. Berî demekê Anadolu Ajansiyê jî dema bi telefonê, piştre jî malpera TRT6ê ku li ser vê babetê pirs ji min pirsîn, min got ku ”Erê Hikûmet dersên kurdî serbest dike, lê ne mamsote û ne jî pirtûkên dersê amade dike.”
Li Zanîngeha Mûşê jî kêmasiyeke mezin li beşa Kurdî heye. Niha li vê beşê Prof. Dr. Hesen Çiftçi wek dekan, Eyhan Geverî û Felat Dilgeş jî wek mamoste kar dikin.
Îcar di kurdî de gotine heye: ”Bihar bi gulekê nayê.” Ew beşa kurdî ku niha 60 xwendekar xwendina Lisansê dibînin, tenê bi sê mamosteyan nayê domandin.

Ew mamsoteyên ku dersa Lisansê ya Kurdî didin gelo pîşeya wan, mamostetiya Kurdî ye?

Na, lê Eyhan û Felat Dilgeş wek nivîskarên Kurd hatine nasîn û gelek berhem jî bi kurdî afirandine. Lê Dekanê Beşa Kurdî Prof. Dr. Hesen Çiftçi zimanê Farisî xwendiye.

Ew xortên ku xwedina Lisansê di Beşa Kurdî de dibînin, te têgehandina wan di Çanda Kurdî de çewa dît?

Bi piranî gelek baş û kesên zana ne. Hinek ji wan her yekê çend pirtûk jî bi kurdî nivîsîne û niha jî navî wan di medyaya Kurdî de tê xuyakirin. Lê belê hinek ji wan ji ber dilovaniya xwe hatine wirê û kêmasiya wan pir heye.

Piştî ku ez ji Mûşê vegeriyam, heta niha çend xwedekarên ku beşdarî di semînerên min de kiribûn e-mail bo min hinartine û daxwaz ji min dikin ku ez di warê zimên de alîkariya wan bikim. Îcar ez di nivîsên wan de dibînim ku kêmasiyeke zêde ya rêzimanî li ba wan heye. Lê bi giştî dilpak in û dixwazin ku kurdî bixwînin.

Bi giştî te Beşa Kurdî çewa dît?

Ne tenê Beşa Zimanê Kurdî li Zanîngeha Mûşê, lê belê bi giştî Zanîngeh bi xwe jî, di derbarê zimanê Kurdî, tore û tewrên jiyana kurdewariyê bûye wek hoçk ji bo nişteciyên herêmê.

Mesela, rojekê Rektorê Zanêngehê rêzdar Nihat Inanç min vexwend xwarina firavînê. Li wê salona xwarinê tevî min, deh kes hebûn. Rektor jî tê de hemû profesoran bi kurdî bixêrhatin dane min. Tenê di nava wan de sekreterê Zanîngehê bi kurdî nizanibû.

Mamsote spas ji bo bersivên ku te dane me.

Spasxweş, her şad û bextewer bin.

Nerîna min :