Hamasê bang li Tirkiyê kir
Hamasê bang li Tirkiyê kir ku, ji bo ku êrîşên Îsraîl yên li hemberî bajarê Gazzeyê bêne rawestandin, Tirkiye popularîteya xwe di qada dîplomasiyê de bikarbîne. Berdevkê fermî yê Hamasê Samî Ebu Zehrî, piştî êrîşên Îsraîl yên li Gazzeyê, di banga xwe a ji bo Tirkiyê de wiha dibêje, “Ji bo ku Tirkiye li pêşberî êrîşên Îsraîl bibe asteng, em ji Tirkiyê dixwazin ku popularîteya xwe di qada dîplomasiyê de bikarbîne.” Zehrî di berdewamiya banga xwe de dixwaze ku di vê mijarê de Tirkyiye berpirsyariya xwe bi cîh bîne.
Berdevkê Hamasê Zehrî, di mijara, bi suîkasta artêşa Îsraîl kuştina fermandarê Hamasê Ahmed el-Caberî de jî gotiye ku, dewleta Îsraîl sûcê mezin yê şer kiriye û pêwiste Îsraîl berdêla vî sûcî bide.
Samî Ebu Zehrî diyar dike ku gelê Filistîn, li hemberî ev êrîşên Îsraîl yên li Gazzeyê, wê berxwedaneke xurtir nîşan bide.