Xwepêşandin: Em piştgirîya biryara Parlamentoya Kurdistanê dikin ku ew referandûmê ji bo serxwebûna Kurdistanê dike


Li ser banga Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî Parlemena Herêma Kurdistanê dê demekê tesbît bike ku ji bo li Kurdistanê referandûmeke ji bo serxwebûnê bê lidarxistin. Herweha jibo pêkanîna maddeya 140 ê jî dê referandûmeke din pêk were. 

Cîhê şanaziyê ye ku îro hemû hêzên siyasî yên başûrê welatê me bi yekdengî, bi hemahengî û bi hikûmeteke yekgirtî pêşewaziya vê pêvajoyê û van biryaran dikin.

Piştgirîgirtina vê gava dîrokî wekî vatiniyeke dîrokî li ser milên hemû Kurd û Kurdistaniyan e. Ji bo piştgirî û lêxwedî derketina vê gava dîrokî ya birayên me yên başûr, me biryar wergirt ku xwepêşandinekê li dar bixin. Em bangî hemû hevwelatîyan û dostê kurdan dikin bi alaya Kurdistanê bêşdarê xwepêşandinê bibin.

Xwepêşandan:
Dem: Şemî , 19.07.2014
Kat/Demjimêr: 13.00 – 14.00
Cih: Mynttorget /Riksdagen, Stokholm

Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê-FKKS

Hevkarîya hêzên Kurd û Kurdistanê li swêdê

Bi piştgirîya Nûnertîya hukmeta Herêma Kurdistanê li Swêdê

Nêrînek

  1. Ji serîda pîrozbayê lê parlamentoya Swêd'ê dikim û ji bo azad bûyîna basûre Kurdistan'ê ra pistgiriyê dikine.\nTaban jê berîk ew qerara parlamentoya Sêwed'ê Amerika, Israil, Fransa û Biritanya jî qererêk ûsa wergirtin û pistgiiriyê azad bûyîna basûre Kurdistan'ê dikine. Ew jî êdî eskere bûya welatê Kurdistan'ê êdî ne wekî mînek ew salên darbas bûyîn da ne teneye, li dora basûre Kurdistan'ê gelek dosten Kurdistan'ê hene. Taban ji bo we jî derek em Kurdên bakûre Kurdistan'ê jî ji siyasetên xwe bere bicke gûhartineke bikini. Yêk ez dixwazim bejim; Berê me digot; ''Em sosyalistên û lê dijî dagirkaran û Emperyalîstan'a'' me bere ji bo ew gotinen xwe li dijî Amerika, Israil, Fransa, Biritanya derdiketinî. Ew jî eskere bûye ew gotinen me êdî ne raste. Ji bo we jî derek em jî xwe bicke gûhartineke bikini. \nYa dûyemîn jî me bere li her deme pistgiriyê Filistin'ê dikir û me ji bo we jî xebatêka ûsa dimesand. Le mixabin nûhî Filistin li dijî azadbûyîna basûre Kurdistan'ê ye û lê her deme jî pistgiriyê diktator Sadam Huseyîn dikirin.\nYên dawîyên da ez dixwazim bejim; Derek her Kurdekî waletparêz ji bo azad bûyîna basûre Kurdistan'ê ra xebateka gelek bas bimesîne û derek em xwe ji bo we jî gelek serbilind bibînînî.\nBijî Kurd û Kurdistan.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: