Cîhan

Pentagon: Leşkerê Îraqê nikare Bexdayê biparêze

Wezareta bergiriyê ya Amerîkayê (Pentagon) ji çapemenyê re ragehand ku, li gor wê helsengandina ji aliyê şareza û pisporên arteşa Amerîkayê ve hatiye kirin, arteşa  Îraqê nikare bajarê Bexdayê biparêze ege rêrîşeke berfirek li ser bajêr bê kirin.

Li gor rojnameya New York Times, ew tîma şareza û pisporên arteşa Amerîkayê ku, ji bo alîkariya leşkerê Îraqê bo Bexdayê hinartibûn, li ser sedemên şikestina arteşa Îraqê lêkolîn kiriye û di lkolîna xwe de gihiştîne wê encamê ku, eger êrîşek berfireh bo ser Bexdayê patytexta Îraqê bê kirin , leşkerê Îraqê nikar bajarê Bexdayê biparêze.

Li gor rojnameyê, ew rapora ji aliyê şarezayên amerîkayî li ser arteşa Îraqê  hatiye amade kirin gihiştiye Pentagonê û peyvdarê leşkeriyê Amerîkayê edmîral Jon Kîrbî gotiye ku, piştî nirxandina raporê dê biryarên pêwîst bidin, lê diyar nekir ka dê ew çi biryar bidin.

Kîrbî dibêje ku, ew serbazên amerîkakayê yên weke şiwêrdar li Îraqê kar dikin ji aliyê çekdarên sunî û milîsên îranî rastî gev û metrisiyan tên .

Back to top button