Polîtîk

Barzanî bo Îranê: Em nikarin heta hetayê nav agirê Îraqê bijîn

Li bajarê Hewlêrê, serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî digel cîgirê sekreterê konseya ewlekariya neteweyîya Komara îslamiya Îranê civiya û di civînê de Barzanî ji heyeta Îranê re got ku, herêma Kurdistanê nikare heta hetayê di nav agirê Îraqê de bijî.

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, îro (15.07.2014) pêşwazî li Reza Emîrî Muqedem cîgirê sekreterê konseya ewlekariya neteweyîya Komara Îslamiya Îranê kir û di civînekê de rewşa Îraqê û pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê gotûbêj kir.

Di civînê de, cîgirê sekreterê konseya ewlekariya netweyîya Îranê behsa têkeliyên dîrokiyên navbera herêma Kurdistan û Îranê kir û got:

          Têkeliyên navbera Komara Îslamiya Îranê û herêma Kurdistanê têkeliyên dîrokî ne û dîtina Îranê li hember herêma Kurdistanê dîtinek eşkere û dostane ye.

Wî hêvî kir ku, gotinên vala û ew atmosfera di mediyayê de, piştî bûyerên Mûsilê dirust bûye, tesîrê li ser têkeliyên birayane yên navbera herêma Kurdistanê û Komara Îslamiya Îranê de nekin.

Emîrî got ku, rola serok Barzanî û herêma Kurdistanê di pirosesa siyasiya Îraqê de gelek giring e û hêvî kir ku, bi zêtirîn dem kirîza Îraqê bidawî bê.

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî di axaftina xwe de behsa  têkeliyên dîrokiyên siyasiyên navbera Komara Îslamî û herêma Kurdistanê kir got ku, herêma Kurdistanê hertim digel biratî û aştiya navbera pêkhate û gelan de bûye. Serok Barzanî li hember  pirosesa siyasiya Îraqê, bûyerên Mûsilê û ew realîteya nû li Îraqê hatiye holê bi zelalî û vekirî dîtina herêma Kurdistanê ji şandeya mêvan re diyar kir got ku, sedema serhildana wê kirîzê kultura xweferizkirin, biryardna yekesî û bişaşî îdarekirina welêt e.

Barzanî behsa metrisiya terorê bo ser Îraqê û herêma Kurdistanê kir û got ku, şeş meh  berî qewmîna bûyerên Mûsilê, herêma Kurdistanê hikûmeta Îraqê haydar kiribû lê hikûmeta Bexdayê ew bi cidî wernegirt û niha Bexda dixwaze şikestina xwe bi tawanbarakirina herêma Kurdisatanê vedişêr e.:

          Herêma Kurdistanê nikare heta hetayê di nav agirê şideta mezhebî, îdarekirina şaş, binpêkirina destûr û xweferizkirinê li Bexdayê, bimîne.

Back to top button