Em li Xelkê Kobanî ye xwedî derkevin
Bangewazî ji bo hemû hêz û rêxistinên Niştimanperwer li seranserê Kurdistanê
Ev maveyeke pirsa avakirna dewletek kurdî li Başûrê Kurdistanê di medyaya kurdî û cîhanê de gotûbêjkirin. Gelê Kurd li seranserî cîhanê bi taybetî li her Çarperçên Kurdistanê avakirna dewletek kurdî Pîroz dikin.
PKK/PYD li hemberî vê yekê ciwan û xelkên belengazên rojavayê Kurdistanê dişîne pêşê şerê û dixwazin bi şerên xwe balê xelkê bikişîne ser PYDê li Rojava Kurdistanê û gelê Kurd bi şerê DÎAŞê meşxûl bikin.
PYD nahêle hêzeke din ya kurdî li rojavayê Kurdistanê hebe û dixwaze nîşan bide ku tenê ew û alîgirên wê hene, Rojavayê diparêzin.
Ciwanên 14 heya 16 salî dişîne pêşê şerê ,dema xelkên sevîl û Endamên Partîyên din dihên kuştin bi lez ala YPG ê dadene ser Cenazên wan û ser xûna wan reklam dike û pêşerojê bibêje “me ev qasî Şehîd dane“ we çi kiriye.
Bi vê avayê daxwazên gelê Kurd ji bo dewletek kurdî li Başûrê Kurdistanê kemreng dikin.
Navçeyên Kobanî û Girê Sipî bi şerê navxweyî re rûbirû maye bi vî awayî jî rê li ber serkeftina tekoşîna Rojavayê Kurdistanê bigire.
PYDê rê li ber pêkanîa hêzek çekdarî ya hevpar ji bo Rojavayê Kurdistanê digire û bi tena serê xwe û yekalî û bi hêza çek û bi piştgîriya rejîma Sûrya; destê xwe daniye ser her tiştî, rê li ber wê yekê girtiye ku ji bo parastina ax û xelkê Rojavayê Kurdistanê, çek di destê ti partiyeke din de hebe!.
Em Bang li hemû partiyên Bakur û Başûr û Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê dikin ku li Xelkê Kobanî ye xwedî derkevin.
Tevgera Şoreşgerên Araratê
15ê Tîrmehê 2014 an


