Nivîsar

Ê vê gavê emê bo çi şer bikin?

Piştî çûyîna me yê başûrê Kurdistanê bo şerê DAÎŞê û parastina xaka Kurdistanê, gelek kes di derbarê vê mijarê de şîroveyan kirin û ji me pirsan dikirin. Di nav wan pirsan de yên herî ne di cih de û ji rastiyê dûr, pirsên “Hun çima naçin li rojavayê Kurdistanê şer nakin?” û pirsên bi vê rengê bûn.

Beriya her tiştî divê ev rastî bê gotin ku em wek Tevgerê berî herkesî çûn rojavayê Kurdistanê û me piştgiriyê da şoreşa rojava. Niha jî li rojavayê Kurdistanê nûnertiya me heye û hevalên me li wê derê bi awayeke aktîf di nav kar û xebatan de ne.

Bi taybetî li Hesekê bi pêşengiya hevalê me Mesûd Kurimî, endamên Tevgerê li dijî êrişên Nusra şer kirin. Li Serêkanîyê ha keza dîsa heman tişt bû, lê mixabin pîştî şer xelas bû ji alîyê PYD ve gelek hevalên me yên tevli şer bibûn hatin girtin. Gelek hevalên me yên rojavayî ji zordarîya ku PYD li ser wan kir mecbûr man derbasî başûrê Kurdistanê an jî Ewropa bibin.

Ji destpêka şoreşê heta niha me bi dehan caran li ser sînoran hevalên ji rojavayê Kurdistanê derbas kiriye.
Me bi hevalên Tevgera Ciwanên Kurd li rojavayê Kurdistanê re ji bo wê derê xebatên hevbeş kiriye.

Me bi Hevgirtina Hevrêzên Ciwanên Kurd li Sûrî re demekî dirêj him li rojavayê Kurdstanê him jî li bakûrê Kurdistanê ji bo Kurdên rojavayê Kurdistanê xebatan kiriye.

Xebatên me yên bo wan ne bi tenê di perçeyekî de bi sînor e.

Me li bakûrê Kurdistanê kampanyayên alikariyê dan destpêkirin û niha jî kampanyaya me bo meha remezanê dido me. Ji bo bi cih kirina wan xebatên me çêbûn. Ji bo bi cil kirina zarokan xebatên me çêbûn.

Li rojavayê Kurdistanê ji heta bi çeteyan re şer kirinê jî me kiriye. Em bi xwe hîn di despêka şoreşê de derbasî rojavayê Kurdistanê bûn û bi hevalên li wê derê têkiliyan danî. Xebatên me ji wê rojê de heta niha dido me.

Me bi hevalên ciwan ên perçeyên din, li Hewlêrê li ber avahiya Parlamentoya Kurdistanê ji bo rojavayê Kurdistanê çalakiyek li dar xist.

Yani bi kurtasî ez dixwazim bibêjim, em bixwe jî çûne rojava û niha jî hevalên me li rojava ne û em piştevanê doza milletê xwe yê rojavayê Kurdistanê ne. Kesên ku wan pirsan ji me dikin, an ne di nav vê xebatê de ne û nizanin ka kî çi kiriye an jî bi zanetî dixwazin van rastiyan berovajî bikin.

Tiştekî din heye ku em zelal bikin. Niha başûr rêvebiriyek xweyî federal heye û dixwaze serxwebûna xwe îlan bike, lê rojava bi taybetî sistema PYD ava kiriye çi ye û dixwaze bibe çi ne diyar e. PYD dibêje ez federasyonê naxwazim, ez li dijî serxwebûnê me. Ê vê gavê emê bo çi şer bikin? Bo parastina millet, başe ma ev Xortên ku li Amûdê ji aliyê PYD hatin kuştin ne zarokên vê miletê bûn.

PYD niha li kantona Cizîrê serokek diyar kiriye nizanım haye we jê heye? Ev şexsa Ereb e. Baş e beriya ku me şoreşa xwe îlan kiribû Ereban me birêve dibirin. Niha em dibêjin şoreş bûye, disa yekî Ereb wê me birêve bibe û wê serokatiya me bike. Ma eva Kurdayetî ye?

Ev zilama ku sûretê wî li jêr e, serokê Kantona Cizîrê ye ku ji aliyê PYD hatiye destnîşan kirin. Em biçin rojava bo serokatiya wî zilamî biparêzin şer bikin? Ma hêjaye keç û xortên Kurdan bo serokatiya Erebekî biparêzin bêne kuştin?

Serhat Mêrdînî

Back to top button