Teknîk

Swêd sistema G5 bi kar tîne

Gelek welat hewldidin teknolojiya herî nû bi awayekî bêxin di xizmeta miletê xwe de. Di cîhanê de Swêd bû dewleta ewil ku sistema G5 kir xizmeta miletê xwe de.

Kompaniya telekom a Swêdî Tele 2, bi daxûyaniyekî da xûyakirin ku sistema G5 kirin di xizmeta xelkê de. Niha li Swêd hêdî mirov dikare sistema G5 bi kar bîne.

Berpirsê Tele 2, Anders Nilsson da xûyakirin ku, li bajarê Stockholm, Goteborg û Malmo stasiyonên sistema G5 vekirine û hemwelatî bê ku pereyekî bidin dikarin sistema G5 bi kar bînin. Herweha Nilsson dibêje ku, gelek telefon destnadin ku G5ê bi kar bînin, niha destpêkirine telefonên di vê sîstemê re diguncê jî difroşin.

Back to top button