Polîtîk

Parêzera Kurd li Tehranê destgîr kirin

Jina parêzera xelkê Kirmaşan ku berê hukma 18 sal girtinê li ser da hatibû sepandin, ji aliyê hêzên dewleta terorîsta Îranê ve li bajarê Tehranê destgîr kirin û şandin girtîxaneya Qerçekî Weramîn.

Li gor raporeke Rêxistina Mafêm Mirovan Hengaw, Suheyla Hîcab parêzer û çalakvana sivîlê xelkê Kirmaşanê roja şemiyê 23.05.2020 piştî ku banga wê kiribûn ku biçe leqa 3 ê Dadgeha Pêdaçûna Parêzgeha Tehranê û piştî rûniştina Dadgehê ku hukma 18 sal girtinê li ser de hate sepandin, li dema bi cîh hiştina avahiya Dadgehê ji aliyê hêzên Bingeha Sarullay Supaya Pasdaran hate destgîr kirin û wê şandin girtîxaneya Qerçekî Weramîn.

Çavkaniyeke agahdar li vî derbarî de dibêje hêzên Supaya Pasdaran di dema destgîrkirina Suheyla Hîcab dane ber lêdanê û her wiha berê jî dozê vekiribû ku pora wê li ser kolanan hatiye kişandin, dîsa dûbare kirin û wê bi zorê xistine nava otombêlên hêzên emnî û birine girtîgehê.

Ew çalakvana sîvîl bi çendîn tometên wekî ”Propagandekirina dijî nîzam“, ”Beşdarîkirina xwepêşandanên neyasayî“, ”têkdana bîr û raya giştî bi mebestên têkderane“, ”dirustkirina grûpan ji bo dakokîkirina li mafê jinan“ û ”daxwaza birêveçûna referandum û guherîna yasaya bingehîna Îran“ hemû bûne sedema hukma 18 sal girtinê.

Back to top button