Cîhan
Sunne xwe ji şerê DAIŞê re amade dikin

Lı gora Rudaw radıgıhine,televîzyona fermî ya Hikûmeta Iraqê li ser navê Serokê Desteya Fetwa ya Iraqê Mehdî Sumêdî ragihand: “Bêtirî 357 hezar kesî navê xwe li ba me nivîsandiye, da ku wek xwebexş li Iraqê şerê çekdarên DAIŞê bikin.”
Mehdî Sumêdî wiha got: “Hikûmeta Iraqê soza pirçekirin, perwerdekirin û alîkariya wan xwebexşan daye, lê heta niha tenê axavtin e, em dixwazin ew soz bibin rastî û pir dereng nekevin.”
Hefteya borî jî bo heman mebestê şandeke pilebilind a parlamenterên parêzgeha Mûsilê ligel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî civiya û wê şandê ragihand: “Ebadî li ser vekirina 3 navendên leşkerî li Başîk û Giwêr û Rebîeyê razî bûye, lê heta niha tenê soz in.”