Nivîsar

Spasiyên dinyayê, nefreta PKKê(!)

Êrîşa rêxistina terorîst – Dewleta Islamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) hemberê Başûrê Kurdistanê, gelek rastiyên derdora vê rêxistina xwînmij û terorîst û armancên wê (û hêzên piştgîrên wê) yên gemarî derxist holê.

Dinyayê ku heta êrîşa hemberê Kurdistanê jî,  bala xwe bi konsantre nedayî vê rêxistina terorîst, bi awayek gelek zelaltir ev rêxistina nemirovî naskir û hestek zelal hemberê diyarkir. Dewletên Yekbûyî yên Amerikayê wekî yekem dewlet û paşî gelek welatên Rojava û demokrat sekna Pêşmergeyên Qehreman ên Kurdistanê û Serokatiya Kurdistanê, Desthilata Kurdistanê ya zanyar bi rêz lidarxistin. Sekna Kurdistanê hemberê hêza/hêzên terorîst ên DAIŞ (û piştgîrên wê) di meydana siyasî ya cîhanî de cîhek girîng wergirt û serok / berpirsên cîhanî roj bi roj spasî û rêza xwe ji bo Kurdistanê û serokatiya siyasî ya Kurdistanê (Birêzan Mesud Barzanî – Serokê Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî – Serokwezîrê Hukimeta Herêma Kurdistanê û Parlementoya Kurdistanê) diyar kirin. Hewlêr bû navendek ji yên herî girîng ên cîhana modern a dijî terora hov!

Li gor şirovevanên siyasî û zanyarên diplomatîk: Erê Kurd / Kurdistan bûn hedefa terora hov, lê herweha yekem car di dîroka nûjen de: cîhanê bi awayek gelek zelal piştgîriya xwe ji bo Kurdistanê û keyana serkeftî ya Başûrê Kurdistanê weha xurt û eşkere anî zimên. Li gor agahdariyên min: Serokatiya Kurdistanê û bi taybetî jî Serokwezîrê Hukimeta Herêma Kurdistanê Birêzan Mesud Barzanî û Nêçîrvan Barzanî, di formulekirina hesta cîhanê ya nu beramberî pirsa Kurd / Kurdistanê  de, rola herî navendî lîstin. Ji cîhanê re dan diyarkirin ku: Sekna Kurdistanê, sekna Pêşmergeyên Kurdistanê yên Qehreman hemberê terora hov – Sekna ronahiyê li hember tariyê ye…Sekna demokrasiyê hemberê teroristan e, sekna moderniteyê hemberê hovan e, sekna mirovparêzan hemberî xwînmijan e, sekna îradeya Kurd, hemberê dirindeyan e…

Piştî zanyariyên hêzên herî mezin ên cîhanî jî: Obama, David Cameron, Hollande, Stephen Harper, Angela Merkel, Tony Abbott û gelek rêzdarên din ên cîhanî: SPASIYA PÊŞMERGEYÊN KURDISTANÊ Û SEROKATIYA KURDISTANÊ kirin…

* * * * *

Li aliyê din medyaya PKK û berpirsê yekem ê PKK Cemil Bayik bi nefretek êrîşkar û nekurdewer xwe nêzîkî rewşa Başûrê Kurdistanê kirin. Ev nefreta PKK û Bayik gihişt radeyek weha ku hin alîgirên PKK avêtin ser civîna Parlementoya Almanya ku çekan negihîne Pêşmergeyên Qehreman ên Kurdistanê. Cemil Bayik di hin hevpeyvînên xwe de gotinên ji rastiyê dûr û dezinformatif li ser rewşa Başûrê Kurdistanê belavkir û bi gotinên nefretwarî qala pêşmergeyên Kurdistanê kir(!)

Medyaya PKK bername û nirxandinên dezinformatif li ser rewşa Başûrê Kurdistanê weşandin… Lê rastiya Kurdistanê, rastiya rewşa Kurdistanê PKK û Bayik gelek derbas kiriye. Gotinên wan li platforma navneteweyî de pere nakin…

Di rastiyê de, ev hesta PKK û Bayik, derbeyek li hesta nêzîkahiya Tevgera Neteweyî ya Kurd jî dixe. Divê Kurd û raya giştî ya Kurd itîbarê bide Qehremaniya Pêşmergeyên Kurdistanê û parêzarên nirxên Kurdewer û Kurdistanê, ne yên ku xwedî nefret û hesta êrîşkar in!….

Stockholm, 5 Îlon 2014

Cemal BATUN

Back to top button