Cîhan

NATO di derbarê DAÎŞê de biryara şert digire

Eve du rojin civîna NATO yê li Britanya li bajarê Wales berdewam dike. Welatên NATO yê di vê civînê de mijara herî girîng terora DAÎŞê dibîne û hinek welat dixwazin bi navê NATOyê hêzek navnetewî pêkbînin û awayî şerê teroristên DAÎŞ bikin.

Bê guman çikas di medyayê de neyê belav kirin hem di civîna giştî de hem jî hevdîtinên du alî de rewşa Iraqê û Kurdistanê û her weha şerê pêşmegeyên Kurdistanê li dijê DAÎŞ tê nirxandin.

Bê guman avakirina hêzek navdewletî li dijê DAÎŞê ji bo Kurdistanê jî destkevtiyek gelek girîng e.

Niha çavên hemû cîhanê li biryara NATo yê di derbarê şerê DAÎŞ de ye

Back to top button