Cîhan

Ji bo çi ez li dijî hinartina çekan ji bo kurdan ranewestam

Gelek sedêhezaran pena bi herêmên kurdên iraqê de birin û pêdiviya alîkariyeke bilez û bez in. Bendên kujer yê DAIŞ, ku ew ji gund û bajarên wan derbeder kirin û bi rêka derbeyên asîmanî yên USA û pêşmergeyên Kurdan hatin rawestandin.
Programa DAIŞ diyar e. armanca wan, komkûjî, tecawizkirin û vegerandin û birêvebirina  demên evdaliyê ye. Ji ber wê jî, partiya keskan bi derbeyên USA kêfxweş bû.

Lê em nizanin, ka wê çi di saet, roj û hefteyên bihên de biqewime. Di hin herêman de, bendên DAIŞ ê, tenê 20 Km an, dûrî kampên penaberan in. Di wan heftiyên dawî de, hêzên kurd mecbûr bûn, çend caran xwe vekêşin, ji ber çekê di destên DAIŞ  de, pêşketî bûn nikarîbûn, xwe li ber wan bigrin, an jî teqemeniya wan nema bû. Çarenûsa derbederan wê biketa nav destên hovan de.

Ji ber Iraq nikarîbû serederiyê li gel vê rewşê de, bike, lew ra  li gor yasayê „responsibility to protect= berpirsiya parastinê“, tişta li bakurê Iraqê rû da, dikeve hustuyê yekîtiya neteweyan de. Em hemî dawetkirî ne, tişta mumkin û pêdivî bikin, ku careke din komkujiyên wek li Ruanda û Srebrenica rûdabûn, li dijî mirovên bêguneh, li pêş çavêd xelkê dubare nebinn û rû nedin.

Herêma bi tenê, ku saziyên wê yê dewletî likar in, hukumeta herêma autonomî ya kurdan e. „Herêma Kurdistan“, daxwaz ji hukumeta Elmaniya kir, ku çekan ji wan re bihinêrin. Pêşmergên kurd bitenê ne, li deverê, yên dikarin beramber bendên –DAIŞ rawestin. Ji bilî wan, çu hêzeke din amadeyîya xwe dernebirî, ku penaberan bi rêka hêzên xwe yê bejê biparêzin.

Li dijî hinartina çekan, gelek sedem hatine zimanî. Tirsa, ku dana çekan nikaribe bête kontrolkirin- nimûne jî hene, ji Lîbiya, di Malî re û heta bi  DAIŞ bi xwe jî, destê xwe avête ser çekên herî moderin yên hêzên leşkerî Iraqê û xwe pê bi hêz û çek kir. Ji bilî wê, kurdan dikarin, bêhêziya hukumeta îraqê  wek derfet bo xwe bibînin, bo serxwebûnê. Ev hingaveke nedema wê ye, lê babet ne ev e. Di dawî de, wê ji bo danana dîmenînekî baş bo siyaseta derve ya Elmaniya baş be, her wesa pêdiviye, bi hevpeymanên xwe re kar bike, piştgiriya wan bike û divê yekîtiya neteweyan jî xwe elaqedar bibîne û desttêwerdanê bike. Eger ev karê niha dibe, bo stratîjiyeke demdirêj be, ez biguman im.

Du xal bo min giring in. Yek netenê êrîşên DAIŞ ê rawestînin, belê vê grûpa hov û nemirovane ji kok bête rakirin. Di ve dema niho de, destê wan bi ser herêmekê de ye, têra vehewandina 8.000.000 mirovî dike, ku ji gencên hemî terefên duniyayê bînin û bingeha dewleteke internasiyonal, hovane ava bikin.

Ya alîkar bû, ku DAIŞ „dewleta Xîlafetê“, ava bibe, valahiya bi sedema vekêşana hêzên Amerîka ji Iraqê û serhildana li Sûriyê, wate nebirûbûna hukumeta Sûrî bi wan re û siyaseta şaş ya şî,iyên Iraqê. Yên herî kartêker, ku ev grûpa hovane bin bibir bike, kurd û partiyên wan in, eger bingehên desthilateke mukum bête danan û eger Sunne û eşîretên wan yên Iraqê jî xwe ji wan bêrî bikin, lê em nizanin, dê hukumetên Bexdayê û Şamê kartêkir bin an na, em nizanin jî, gelo dê Bexda û Şam bi avakirina van bingehan razî bin an na.

Di heman demê divê DAIŞ bête qedexekirin, hatinên wê yên mewdanî bêne zuha û çikandin, pêla gencên tevlî wan dibin, bidawî bînin. Tişta giring, bihêzkirina saziyên yekîtiya netewan e. Divêt elmaniya li gorana karîna xwe barê xwe hilgire. Tişta bo min giringtir, xala diwem e.

Ya giring bo min, niho, ku nema mirov bibin qurbaniya wan karên hovane. Ya giring bo min, gerentîkirina parastina bisedê hezaran penaber e û miliyonên mirovan yên bajar û gundên xwe, li bakurê iraqê (Herêma Kurdistanê)  hiştine, ew deverên ku neketine bin destên DAIŞ de.

Eger projektê „responsibility to protect“ – bi cedî bête wergirtin, girêdayî wê hindê ye, ku pêşmergeyên Kurd, bikaribin kampên penaberan biparêzin û bergiriyê di ber herêma xwe de bikind – eger DAIŞ dubare berê êrîşên xwe biguhere jî. Pêdivî ye, çek, teqemenî, êlekê parastinê, çekên li dijî teng û topan bête dabînkirin. Li gor yasayên yekîtiya neteweya, ku Elmaniya jî imze kiriye, em jî em hemî berpirsiyar in.
 „Responsibility to protect“, parastina qurbaniyan û yên dikarin bibin qurban e. Ev tişt niha û li wir dibe(herêma Kurdistan û Iraq), dibe encamên din jî rû bidin.

Ji ber wê jî ez li dijî biryara hukumeta Elmaniya  ranewestiyam.

Tom Koenigs, Endamê Perlemanê Elmaniya ji partiya Keskan, Bündnis 90/Die Grünen

Platz der Republik 1, 11011 Berlin, Tel. 030-227 73335, Fax  030-227 76147

www.tom-koenigs.de . 

http://www.tom-koenigs.de/presse-news/warum-ich-nicht-gegen-die-waffenlieferungen-an-die-kurden-gestimmt-habe.html

Back to top button