Parlemento:Pêşmerge ji wan navçeyan venakişe

Wek bersivekê bo Serokê artêşa Bedir, Hadî Amirî, ku gotibû divê Pêşmerge ji navçeyên Kurdistanî yên li dervey îdareya Herêma Kurdistanê vekişin, Sekreterê Parlamentoya Kurdistanê Fexredîn Qadir ji KDP.info re raggihand: “Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê parêzerê wan navçeyan bû, ku Artêşa Iraqê jê vekişiya bû û hatibûn şikestin, me jî li Parlamentoya Kurdistanê razîbûna xwe li ser mana Pêşmerge li wan navçeyan û Kurd û pêkhatên din biparêzin.”

Qadir dibêje: “Pêşmerge ji wan navçeyan venakişe, mana Pêşmerge li wan navçeyan babetekî yasayî ye ku li Parlamentoya Kurdistanê giftûgo li ser hatiye kirin û şeriyet daye mana wan, ji ber ku mafekî yasayî ye bo Kurdistanê.”

Sekreterê Parlamentoya Kurdistanê got: “Ew gotinên Hadî Amirî tên wataya ku naxwazin xizmeta Hêzên Pêşmerge bikin, û divê em jî bi rêya şanda danûstandina ya Kurdî wê yekê diyar bikin ku Pêşmerge hêzekî yasayî û destûrîy ye, û mana Pêşmerge li wan navçeyan yasayî ye.”

 

Nêrînek

  1. Pi$ti ewqasi berxwedan u bergiri,u windabún u tevlihevi, bu azadkirina van deverén kurdni$ín,wé &awa pé$merge dev ji xelké deveré berdé ,bu arté$a bedir?,kí garanti didé ku,arté$a bedir,ango arté$a maliki ne ew kú&ikin , u ew teroristin weku birayén xwe DAI$.é.Gotina ví cahili”Amiri” pi&úkirina pé$merge ,u gelé kurde.Diniya u alem dizané ,ku ev deverane kurdni$inin,u dikevé li ser dever u cografia kurdistané,,duhem.Qa$o “arté$a” Íraqé nikaré,u naxwazé bergiriyé li vé deveré biké,séhem.Pé$merge bi $éwek desturi parastina xelké íraqé diké ,&arem. baweri bi “birayén”me Ereban níne.Bira íro édi mesele ne kerkúke,íro divé giftugo li ser Músilé béte kiriné,ku nívé dani$tvané wé kurdin.Destxwe$i bu parlementoya Kurdistané dikim.Bila kurd zor hi$iyar be,&imko gotinén Amirí emro ” LÉ,LÉ.ye,u hín LO,LO téte”!!.

Nerîna min :