Polîtîk

SP dikare lîsteyên xwe de cih bide HUDA-PARê

Serokê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu da xûyakirin ku, hinek kesayetên HUDA-PARê dikarin di lîsteyên SP(Saadet Partisi) de cih bigrin. Herweha Karamolla oglu dibêje, divê Demirtaş bête azad kirin.Karamollaoglu li gel rojnemevana daniştinek pêkanî û bersiva pirsan da. Di derbarê zimanê kurdî de jî serokê SP got: Perwerda bi zimanê dayikê mafek rewa ye û tu asteng tuneye ku ev maf bête naskirin. Lê zimanek  fermi heye.Di derbarê HUDA-PARê de Karamollaoglu got: Heta niha pirsa berbijêrên HUDA-PARê di hevdîtinên me de nehatiye pêş. Lê ev babet dikare werê rojeva hevdîtinên me û hinek kesên hevalên HUDA-PARê, dikarin di lîsteyên me de cih bigrin.

Back to top button