Cîhan

Esad: Emê şerê artêşa Erdogan bikin

Serokê rejima Suriye Beşar Esad li gel rojnama Kathimerini hevpeyvinek taybet pêkanî û di vê hevpeyvîna xwe de daxûyakirin ku, dema Suriye axa xwe ji destê teroristan azad bike, dê mecbûr be şerê hêzên Tirkiye û Fransayê bike.Esad dibêje: Ji bo me terorist artêşa Erdogan e. Artêşa Amerika û Erebistana Siudiye. Ev hemû wek hevin xizmeta berjewendiyên Amerika dikin.Esad berdewamiya hevpeyvîna xwe de got: Ji berî her tiştekî emê şerê teroristan bikin.Dema em axa xwe ji destê teroristan xilas bikin, emê şerê hemû dagirkera, hemû êrîşkaran û hemû aktorên şer bikin. Her hêzeka bi awayek ne yasayî hatî ser axa me dijminên mene.Bişar Esad dibêje ku, Tayib Erdogan pişgiriya rêxistina Birayên Misilman dike.Esad dibêje: Lê gelê Tirk ne dijminê meye. Ji berî çend rojekî me pêşwaziya şandek ji Tirkiye kir. Em ferqê têxin navbera Erdogan û gelê Tirkiye de.

Back to top button