Nivîsar

Soza Amerîkayê bi Barzanî û kurdan dabû bi cî neanî

Diplomatkarekî amerîkayî behsa karê xwe yê li Îraqê dike û behis dike ka sala 2005ê serok Barzanî çi ji berpirsên Amerîkayê re gotibû û bi çi şert beşdarî di avakirina Îraqa nû de kiribû.Robert Ford berpirsê siyasî li sefaretxaneya Amerîkayê li Bexdayê di navbera sala 2004-2006 ji malpera Atlantikc re behsa rewşa wê demê û rewşa niha ya Îraqê dike û dibêje :

  • Ez weke berpirsê karûbarên siyasî li sefaretxaneya Amerîkayê li Bexdayê (2004-2006) şahidê jidaykbûna Îraq nû me. Wê demê demek gelek dijwar bû û li rojava, başûr û naverasta Îraqê milîsan êrîşî leşkerên Amerîka û hevpeymanan dikir.

Robert Ford dibêje ku di sala 2005ê de parlamentoya Îraqê hat hilbijartin û destûrek nû ji Îraqê re hat pesind kirin û Amerîka di amadekirina wê destûrê de rola navbeynkariyê dilîst :

  • Me dixwest Îraq dewleteke bi îstîqrar be û bikaribe aminiyeta xwe biparêze daku hêzên Amerîkayê ji Îraqê vekişin.

Li dor rola kurdan, navborî dibêje  ku, di destpêkê de kurd du dil bûn ka beşdariyê di avakirina Îraqa nû de bikin yan na ? Ji ber ku kurdan her ji sala 1992ê herêma xwe ya aram, hikûmet û hêza xwe ya pêşmerge hebû :

  • Barzanî sala 2005ê ji me re got : Herêma Kurdistanê divê bijarteya serxwebûnê hebe û di destûrê de bê tesbît kirin ku Îraqeke federalî be û bi îxtiyarî be. Kurd bi îsrar bûn ku peyva (bi azadî) beşdarîkirin di pirosesa siyasiya Îraqê de di destûrê de bê nivîsîn. U ev yek di destûrê de hat tesbît kirin ku bi azadiya xwe di Îraqeke yekparçeyç de beşdar dibin, armanc jê ew bû ku eger biazadane û biîxtiyarî di Îraqeke yekparçeyî de beşdarî bikin, hîngê dikarin biazadî û bi îxtiyarî derbiçin jî.

Robert Ford dibêje ku sala 2005ê careke din Barzanî tekîd kir ku, eger Bexda made û bendên destûrê bi cî neke, di nav wan madeyan de benda 140ê ya destûra Îraqê ya taybet bi Kerkûk û  deverên nakokdar, kurd di nav Îraqê de namînin û : me jî soz ji kurdan re da ku dlirehet bin li ser rêzgirtin û bicîkirina destûrê, lê belê me ew soza xwe bi çî neanî û dibe ew zos tu carî bi cî neyê.

Back to top button