Nivîsar

Şoreş ne welê ye pismam

Dr. Elî Belo

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) aleteke di destên dewletên dagîrker de û ecendayên dagîrkerên li Kurdistanê cih dike.Ewan qada xebata xwe, meydana şoreşa xwe ku bakurê Kurdistanê ye çul(vale) kiriye û bi fîta dewletên dagîrker şerê xwe aniye başurê Kurdistanê. Wan nehêlaye çend hezar gund dubare li seranserê tuxûbê di navbera bakur û başur de bêne avakirin. Xelkê wan devera keftine di bin zulma PKK û rejêma Tirkiye de . Li gor helsengandina xelkê deverê piraniya cara zulma PKK ji dehan cara ji ya Tirkiye bêhtire.

PKK van kiryarên xirab li himber xelkê deverê dike:

1- Wergirtina bacê li ser derametê xwecihên deverê .
2- Nehêlaye xelkê deverê sudmend bin ji derametên zeviyên xwe ewên nêzîk baregehên wan.
3- Danina zalgeha li ser rêkên serekî di navbera gond û bajaran de.
4- Girtin û zîndankirina xelkê deverê bi sedemên curecur û ezyetdana wan.
5-Avakirina baregayên xwe ( PKK) nêzîk gond û bajêrkan ku di dibin armanc ji bo frokên şerî yên rejêma Tirkiyeyê.
6- PKK rêzê li yasa û rênemayên hukumeta Kurdistanê nagire , ji ber hindê jî Tirk bêrêziyê li himber xelkê başûrê Kurdistanê dikin.

PKKê ew bawêrî nemaye li beramberî rejêma Tirkiye li bakurê Kurdistanê berxwedanê bike. ji ber hindê xwe li penayê gond û xelkê sivîl vedişêre, serkirdeyên PKK li Qendil çi dikin? Ji ber çi naçin çiyayî Cudî yan wan deverên asî li bakurê Kurdistanê û serpereştiya şervanên xwe bikin? Şorêş bi vî rengî sernakevin, mixabin heyfa xûna wan şehîdan.

Back to top button