Polîtîk

Em piştgirîyeke xurt didin berbijêrên serbixwe yên Kurdistanî

Rêxistina li derveyî welat a PSKê û rêxistina PAK-Ewrûpayê, li Almanya, bajarê
Duisburgê civiyan. Nûnerên PSKê yê li derveyî welat, bi endamên meclîsa PAKê re
civêneke dostane çêkirin.

Rêxistina PAKê ya Ewrûpa û PSKê bi hev re biryara hevkariyê dane û protoklek îmze
kirine. Di protokola hevkariyê de her du rêxistin diyar dikin ku wek PAK û PSK
rêxistinên li derveyî welat, li ser kar û xebatên muşterek hevkariyeke dilsozane didin
ber xwe. Partîyên me, li welat biryara hevkarîyê dane û ji bo vê armancê platforma
Tifaqa Welatperwer û Demokrat ava kirine. Lewra gava pêşî ya xebata me ya hevbeş wê
hilbijartinên herêmî bin. Bêşik hevkarîya me, wê piştî hilbijartinên herêmî jî berdewam
bike.

Her weha rêxistinên PSK û PAKê li derveyî welat bang li hemû welatperwerên
Kurdistanî dikin ku di kampanya hilbijartinên herêmî de, mil bidin xebata piştgiriya
berbijêrên serbixwe yên Tifaqa Welatperwer û Demokrat.

Meclîsa PAK û PSKê li derveyî welat di van du mehên pêş me de, ji bo piştgiriya Tifaqa
Welatperwer û Demokrat, li hemû Ewrûpayê kampanyeke xurt daye ber xwe. Wê
civînên agahdarî, şevên piştgirîyê pêk bînin. Wê serlêdana Kurdên welatperwer û
Kurdistanîyan li bajarên ewrûpayê bikin.

Meclîsa Ewrûpa ya PAKê 

Meclîsa Derveyê Welat ya PSKê

Back to top button