Polîtîk

Sofî: Em amade hemû hêsankariyek ji bo şîrketên Amerîkî bikîn

Nîvroya îro dûşem 28.09.2020 Dr Ferset Sofî Parêzgerê Hewlêrê bi amadebûna Mesûd Kareş û Hêmin Qadir Cîgirên Parêzger, li Dîwana Parêzgehê, pêşwaziya Rob Waller Konsolê Giştî yê Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka li Herêma Kurdistanê kir.

Li destpêka civînê de nirxandina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka kirin û Konsolê Giştî yê Amerîka ji bo wê pêşwaziya ku lê hatiye kirin spasî Parêzgerê Hewlêrê kir û balkişand li ser girîngiya bihêzbûna peywendiyan û ragihand: “Bajarê Hewlêrê li gor hemû bajarên dinê navçeyê, li pêşketineke gelek baş û berdewam daye û di demeke kurt de pêşketineke mezin bi xwe ve dîtiye”.

Dr Ferset Sofî Parêzgerê Hewlêr ji bilî bi germî bi xêrhatinê, careke din pîrozbahiyê li Konsolê nû yê Giştî yê Amerîka kir û hêviya serkeftinê ji erkên wî de xwest. Paşê bi kurtî behsa kar û proje û bernameya kar ya Parêzgeha Hewlêrê kir. Di derbarê projeya dirustkirina avahiya Konsolxaneya Amerîka li Hewlêrê jî ragihand: “Agahdarîn karên dirustkirina Konsolxaneyê bi başî birêvediçê, em jî wekî çawa ku li berê de hevkar û hemaheng bûbîn, niha jî bi awayî hevkariya we dikîn ji bo temamkirina projeyê di dema xwe da”.

Di derbarê pêşniyara bajarê destebira ya di navbera Wîlayetê Nashville û Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê de jî Parêzgerê Hewlêrê got: “Xweşhalîn bi wê pêşniyara we yên birêz û niha li xwe amadekirinê dayîn bo ku zûtirîn dem bi navê berev pêşvebirina zêdetirê dostayetiyê û bihêzkirina peywendiyên di navbera me de îmza û rêkkeftinê li ser bikîn.”

Di derbarê hatina kompanyayên mezin û veberhênerên Amerîka li Hewlêrê, Parêzgerê Hewlêrê ragihand: “Gelek bi germî pêşwaziyê li wê hengavê dikîn û dergehê me vekiriye, gelek bi girîng dizanîn veberhêner û kompanyayên Amerîka beşdarbin li avadankirina Hewlêr û Herêma Kurdistanê û em amadene hemû hêsankariyek û hevkariyek ji bo wan bikîn”.

Back to top button